Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hevdîtinên ligel Ocalan ji bo çekdanînê ne

Hevdîtinên ligel Ocalan ji bo çekdanînê ne

30 Aralık 2012 Pazar 18:35
Parlamenterê AKP’ê yê Enqereyê Yalçin Akdogan ku serşêwirmendê siyasî yê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan e, got ku bi armanca çekdanîna PKK’ê li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin didomin.

Serokê Kongra Gel Remzî Kartal derbarê hevdîtinên li Îmraliyê de ji Rûdawê re got: “Siyaseta Erdogan ew e ku Ocalan siyaseta Erdogan, AKP û dewleta Tirk qebûl bike. Erdogan dixwaze ji bo çekdanînê Ocalan îqna bike.”

Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan di TRT’a tirkî de daxuyandibû ku “Bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku li Girava Îmraliyê tê girtin re bi rêya saziyên wekî MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbaratî ya Tirkiyeyê) hevdîtin didomin”, serşêwirmendê siyasî yê Erdogan Parlamenter Yalçin Akdogan ji rojnameya Taraf’a Tirkî re daxuyand ku armanca bingehîn a hevdîtinan ew e ku bi PKK’ê çek bide danîn.

Girevên birçîbûna bêdawî yên derdora 60 rojan li girtîgehên Tirkiyeyê berdewam kiribû piştî ku malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pê re hevdîtin pêk anîbû banga Ocalan bi dawî bibûn. Serşêwirmenê siyasî û Parlamenterê AKP’ê Enqereyê Yalçin Akdogan di vî warî de got ku piştî bi banga Ocalan dawî li grevên birçîbûnê hatin, bendewariya Ocalan banga agirbestê li PKK’ê bike çêbûye. Akdogan wiha domand: “Ger Ocalan banga çekdanînê bike dê watedar be, lê belê banga agirbestê tenê tê wateya hewleke taktîkî.”

Her wiha Akdogan destnîşan jî kir ku dibe ku ji aliyê hinek aliyan ve hewlên ‘birrîna pêvajoyê’ bê dayîn.

Li aliyê din Parlamenterê Partiya Gel a Komarxwaz (CHP) yê Îzmîrê Aytûn Çiray li Parlamentoya Tirkiyeyê bi pirsan ‘Abdullah Ocalan çend saetên rojê bi tenê û çend saetan bi girtiyên din re derbas dike? Di hundirê 6 mehên dawî de digel parêzer û xizmên wî çend kesan serdana wî kirine?’ pirsnameyekî arasteyî Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadûllah Ergîn kir.

Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku di 15’ê Sibata 1999’an de li Naerobiya Kenyayê bi planekî navdewletî hat girtin û anîn Tirkiyeyê, ji wê demê ve li Girava Îmraliyê ya nêzîkî bajarê Bûrsayê tê girtin. Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên wekî ku ‘keştî xirabe ye’ hevdîtina bi parêzerên wî re tên astengkirin; ji wê rojê ve tenê du caran birayê wî Mehmet Ocalan pê re hevdîtin pêk aniye.”

Wezîrê Dadê Ergîn di bersivandina pirsnameyê de da zanîn ku di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê de dikare 9 kes bimînin, lê niha 6 girtiyên bi cezayên hetahetayê hatine mehkûmkirin lê tê girtin. Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê got ku girtiyên li Îmraliyê rojên Duşem, Çarşem û Îniyê rojane 1 saet dikarin bên cem hev, rojên Sêşemê saetekê dikarin ji bo basketbolê rojên Îniyan jî saetekê ji bo voleybolê werin cem hev. Ergîn, got ku di hundirê hefteyekê de li Giravê girtî bi tevahî 5 saetan hevdû dibînin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadûllah Ergîn di bersivdana pirsnameya parlamenterê CHP’ê de destnîşan kir ku di hundirê 6 mehên dawî de tenê carekî hevdîtina Ocalan û birayê wî çêbûye. Her wiha Ergîn diyar kir ku bijîşkek pratîsyen bi berdewamî li Giravê ye û di çarçoveya pêşniyarên bijîşk de bijîşkên din ên pispor dibin Îmraliyê.(Rûdaw)

Diğer Haberler