Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hevwelatî daxwaza hevdengiya partiyên Kurdistanê dikin

Hevwelatî daxwaza hevdengiya partiyên Kurdistanê dikin

11 Ağustos 2012 Cumartesi 05:59
Nerînên hemwelatiyên bajarê Silêmaniyê li ser pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de cuda ne, lê hemû li ser pêdiviya yekrêziya kurdan di vê qonaxê de yekdeng in.

Bi baweriya Helbest Kerîm (18), Barzanî bi bêhnfirehî biryaran dide: “Lê divê wê yekê bizanibe ku yên ku sozan didin me rast nabêjin, dixwazin careke din azadiya gelê kurd zeft bikin, aramiyê têk bidin, divê Barzanî bilez biryarê bide û rê li ber wan hêzan bigire, divê em jî hevdeng bin.”

Helbest, ku dikana wî ya firotina şêrînî nêzîkî mizgefta Qazî Mihemed li navenda bajarê Silêmaniyê heye, bi hêvî bû pirsgirêk çareser bibin: “Çiku zêdebûna pirsgirêkan ne di qezenca gelê kurd de ye.”

Nerînên hemwelatiyên bajarê Silêmaniyê li ser pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de cuda ne, lê hemû li ser pêdiviya yekrêziya kurdan di vê qonaxê de yekdeng in.

Karwan Fazil, hevalê Helbest e, ew piştgiriya wan pêşmergeyan dike ku rûbirûyê wan hêzên leşkerî bûne li navçeya Zumar, ku yek ji navçeyên veqetandî yên Herêma Kurdistanê ye: “Bi rastî ew parêzerên welêt in, divê rêza keda wan bê girtin.”

Karwan Fazil, daxwazê ji serkirdayetiya siyasî ya kurd dike ku “Pirsgirêk bi riya gotûbêjan bên çareserkirin, bi şer û hevrikiyê qet nagihijin encamekê.”

Li gor Siware Ako, tiştê ku Malikî dike “destdirêjî” ye û nabe bê qebûlkirin, lê: “ew çewtiya siyasetvanên kurd e ku tê ser riya wan, ger kurd di destpêkê de razî nebûna Malikî çawa dikaribû bibe serokwezîr?”

Lê bi dîtina Selman Sedîq: “Malikî ji berê ve li tiştekî digere, ku pirsgirêkan ji kurdan re derxîne, bi rastî kurd feqîr in, ku ji hemû sozan bawer dikin. Redkirina Malikî bi biryareke tund a siyasî tê dayin ku Barzanî daye, lê divê hemû kurd piştgiriya wê helwestê bikin.”

Pirsgirêka herî dawî di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de, hatina du hêzên leşkerî yên artêşa Iraqê bû ji Nasriye bo navçeya Zumar li ser sînorê Herêma Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê, ji bo girtina çend navçeyên sînorî li wê deverê da ku sînorên Sûriyê biparêze û navbirekê bixe navbera Herêma Kurdistan û Sûriyê, lê pêşmergeyan nehiştin ew hêz bigihije wan deveran, û ev du hefte ne ku ew herdu hêz di bereyê de ne li hember hevdu.

Derûn Ako, ku romaneke Bextiyar Elî bi destê xwe girtibû, hêzên leşkerî yên Iraqê wek “Beesî” binav kirin û daxwaz kir ku Barzanî rê nede xwîna ti kurdekî bê rijandin.

Bi dîtina Şîrîn Letîf (29), hatina artêşa Iraqê heta ser sînor karekî metirsîdar e û destên derveyî li pişt hene, pirsgirêk neteweyî û siyasî ye: “Daxwaz dikim pêşmerge parêzeriyê li xelkê bikin.”

Lê Behmen Salih dibêje: “Îran û Tirkiyê dixwazin destêwerdanê di karûbarên vî welatî de bikin û nehêlin Kurdistanê bi pêş bikeve, lewma nabe ti partiyek yekalî piştgiriya siayseta welatekî bike, divê alî kok bin li ser wê yekê ku çareserî tenê yekdengî û yekrêziya gelê kurd e.”

Bi baweriya Behmen, hatina wê hêza artêşa Iraqê, armanca wê kurdên rojavayê Kurdistanê ye, lewma dibêje: “Divê YNK, PDK û Goran piştgiriya kurdên Sûrî bikin, kurdên Sûrî jî divê li welatê xwe bimînin û li ser mafên xwe rijd bin.”

Guh nade destûr

Bi baweriya nivîskar Awat Ebdilxefûr: “Ew pêngava ku hikûmeta navendî û Malikî avêtin, provokatîf bû, Malikî fêm kiriye ku nikare pirsgirêka kurd çareser bike, tew mineta wî bi parlamentoyê jî nîne, çiku di dema vexwendina wî ji bo parlamentoyê de gefa hilweşandina parlamentoyê xwar.”

Bi dîtina Awat, niha ti aloziyek ne di qezenca kurdan de ye û pêwist e vegerin bo parlamentoyê, ger hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî ne destûrî jî kiribe, bila herin dadgeha destûrî ya Iraqê, li wir pirsgirêk bên çareserkirin “Lê Malikî bi awayekî ne destûrî tevdigere.”

Digel wan aloziyên ku di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de hene, di çend rojên borî de rewşa siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê jî hinekî aloz bû, nemaze piştî ku Goran beşdarî civîna serokê Herêma Kurdistanê nekir û dû re jî rêveberê bizava Goran Newşîrwan Mistefa bi tundî êrişî PDKê kir û PDKê jî bersiva wî da.

Endamê serkirdayetiya Partiya Ayînde ya Kurdistanê Mela Aryan dibêje, helwesta bizava Goran û hevpeyvîna Newşîrwan Mistefa û bersiva PDKê jî ne bi dilê wan bû “pêwist e ew pirsgirêkan bi civînan çareser bikin neku bi riya medyayê. Niha gelek pirsgirêkên kurdan hene, li gel Sûriyê, li gel Îranê, Tirkiyê û hikûmeta Iraqê jî pirsgirêkên me hene.”

Bi dîtina Mela Aryan, çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û derveyî jî li ba Mesûd Barzanî ye: “Barzanî wek kesê yekem ê kurd, ku hatiye hilbijartin ji bo vê postê divê bi tevgereke kêrhatî berê xwe bide çareserkirina kêşeyan, ew jî bi vegera li parlamentoya Kurdistanê.”

Lê bi baweriya mamosteyê zanîngeha Silêmaniyê Heval Ebû Bekir, çareserkirina serekî ya kêşeyan ew e ku kurd vegerin destûrê û daxwaz bê kirin wek Lubnan, pêgeha her aliyekî û di nav wan de kurd jî bi awayekî destûrî bê diyarkirin neku bi riya hilbijartinan.(Rûdaw)

Diğer Haberler