Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hêzên Îranê êrişî gundekî kurdan kirin

Hêzên Îranê êrişî gundekî kurdan kirin

21 Nisan 2017 Cuma 11:04
Hêzên Îranê êrişî gundekî kurdan kirin; 10 kes birîndar bûn.

Hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Merîwanê ku ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, êrîşî xelkê gundê Esrava kirin û çend kes birîndar kirin û çend kes jî desteser kirin.

Ev çend meh in ku rûniştvanên gundê Esrava li djî avêtina glêş (zibil) û paşmayiyên bajarê Merîwanê li nêzkî gundê wan dest bi nerazîbûnê kirine û ketine grevgirtinê.

Her ji ber wan çalakî û nerazîbûnan, hêzên ewlehî û polîsên Îranê çendîn caran gef li wan xwarine.

Çavkaniyên xwecihî ji bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ve ji Rûdawê re ragihandin, berî nîvroya îro, hêzeke taybet a Polîsê Îranê êrişî ser neraziyên wî gundî kir û li xelkê nerazîbû dan.

Li gorî gotina wan çavkaniyan, di vê êrişê de herî kêm 10 welatî birîndar kirin û hejmarek welatiyên gund jî desteser kirin.

Çavkaniyên xwechî herwiha dibêjn, rewşa tendirusitya yek ji birîndaran nebaş e.

Rûdaw

Diğer Haberler