Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
“Hêzên rejîmê 35 kes li Sûriya kuştin”

“Hêzên rejîmê 35 kes li Sûriya kuştin”

27 Nisan 2012 Cuma 13:54
Komîteyên Hevahengiya Navxwe li Sûriya ragihand ku duhî, 35 kes bi guleyên hêzên rejîma Beşar Esed li çend navçeyan hatine kuştin

27 Nîsan – Komîteyên Hevahengiya Navxwe li Sûriya ragihand ku duhî, 35 kes bi guleyên hêzên rejîma Beşar Esed li çend navçeyan hatine kuştin.

Komîteyên Hevahengiyê li ser rûpela xwe ya li ser Facebookê nivîsandiye ku duhî 35 kes hatine kuştin û piraniya wan li parêzgeha Dêrezorê bûn.

Li gorî komîteyan, 13 li Dêrezor, 9 li Heleb, 7 li Hims, 2 li Dera û welatiyek li her yek ji Idlib, Laziqiye, Hema û navçeya Zemelka li derdora Dîmeşqê.

Duhî jî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon ragihand ku rejîma Sûriya sozên xwe pêk neanîne û hîn çekên giran ji bajaran venekişandine.

hm (AKnews)

Diğer Haberler