Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hêzên Tirkiye çend navçeyên sînorî bombebaran kirin

Hêzên Tirkiye çend navçeyên sînorî bombebaran kirin

13 Mayıs 2012 Pazar 13:13
Artêşa Tirk qeza û gundên derdor yên Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Artêşa Tirk qeza û gundên derdor yên Herêma Kurdistanê  bombebaran kir. Guleyek ya hewanê li rex nexweşxaneyekê ket û encamê de çi ziyaneke giyanî rû neda.

Li gor malpera Ajansa Nûçeyan a Feratê (ANF), Artêşa Tirk li dijî qezaya Sîrvan ya bi ser navçeya Diyanaya Herêma Kurdistanê du êrişên cuda pêk hênan.

Di 10 û 11ê Gulanê de guleyên ku ji Qereqolên Grana û Museka avêtine li nêzî nexweşxaneyeke qezayekî Sîrvanê dane.

Çavkaniyên herêmî dan diyarkirin ku, ji bilî êrişa li dijî qezaya Sîrvanê di demjimêrên 15.00 û 17.00an de gundên derdor jî topbaran kirine.

Di êrişên hewan û obusan de 3 guleyên hewanan li qezayê ketine, yek ji vana li nêzî nexweşxanê, yek li baxçeyê malekê teqiya û yek jî ne teqiyaye.

Di êrişên artêşa Tirk yên du roj pey hev ku sivîlan hedef digire, zirareke giyanî rû nedaye, xelkê herêmê gelek nîgeran e.

(AKnews)
 

Diğer Haberler