Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hikûmeta Herêmê hinardina neftê sekinand

Hikûmeta Herêmê hinardina neftê sekinand

02 Nisan 2012 Pazartesi 18:01
Hikûmeta Herêmê biryar da, hinardina neftê bisekinîne.

Li gor zaniyaniyên ku ketine destê PUKmediayê, li demjimêra 10ê duh sibê, hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke ku di malpera xwe ya fermî de jî belav kirî ye, hinardeya neftê sekinandî ye.

Hikûmet di malpera xwe de, dide zanîn ku, hikûmeta Êraqê, pabend bi dayîna pareyên şîrketên neftê nîne, lewra me jî biryar daku henardeya neftê bisekinînin.

Birîkarê Wezareta Neftê ya Êraqê Motesem Ekerem ji PUKmediayê re ragihand ku haya wî ji sekinandina neftê ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve nîne. Çimkî li gor rapora kû gehîştiye destê min, Hikûmeta Herêmê îro 65 hezar bermîl neft şandiye derve.

Her wiha da zanîn ku em hewl didin ku pareyê kompaniyên neftê bidin, pirsgirêka wan ligel Wezareta Nefta Êraqê heye, wan biryareke zû dane û tişteke nerast nekirine. (Puk Media)

Diğer Haberler