Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hikûmeta Kurdistanê 20 saliya Parlamentoya Kurdistanê pîroz kir

Hikûmeta Kurdistanê 20 saliya Parlamentoya Kurdistanê pîroz kir

20 Mayıs 2012 Pazar 10:36
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi minasebeta 20 saliya hilbijartina yekemîn Parlamentoya Kurdistanê (PK) di daxuyaniyekê de pîrozbahî pêşkêş kirin.

Hewlêr, 20 Gulan – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi minasebeta 20 saliya hilbijartina yekemîn Parlamentoya Kurdistanê (PK) di daxuyaniyekê de pîrozbahî pêşkêş kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje, “Xelkê Kurdistana Iraqê beriya 20 salan di dengdaneke demokratîk û bêhempa di dîroka xwe de, yekemîn parlamentoya Kurdistanê hilbijart. Bi vê pêngavê jî Kurdistana Iraqê di warê jiyana siyasî û dezgehî de, kete qonaxeke nû û ew bû xwediyê parlamentoyekê ku ji îradeya azad a hemwelatiyên Kurdistanê bû.”

Hikûmeta herêma Kurdistanê, bi vê boneya niştimanî, pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê dike û careke din dupat dike ku ew destkeftiyên heta niha li ser asta navxweya Kurdistan û Iraqê bo gelê me bidest ve hatine, berhemê serhildana xelk û hilbijartina wê parlamentoyê bûn.”

Daxuyaniya Hikûmetê diyar dike ku, niha di vê qonax û rewşa hesas de nûneratiya îradeya gel dike bi hemû pêkhateyan ve bi arasteya kûrkirina demokrasî, xweş guzariyê û federalîzmê li ser astê hemû Iraqê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dûpat dike, “Ji ber hindê em bi wezîfeya hemû aliyan dizanin, tevî hemû cudahî û nakokiyan, di vê qonaxa hesas de jî, di bin siya vê parlamentoyê de bi hev re, ji bo zêdetir geşepêdan û xurtkirina tecrûbeya me û çareserkirina arîşe û kêmasiyan, kar bikin. Taku di paşerojê de jî li hember hemû gef û rûbirûbûna rawestin û di qazanca miletê xwe de sermaye guzariyê bikin.”

Daxuyanî wiha didomîne, “Parlamentoya Kurdistanê tevî ku temsîla îrade û azadiya Kurdistanê dike, di dema 20 salên borî de, tevî hemû asteng û giriftan, kariye bingeheke qanûnî a giring bo welatê me amade bike û gelek qanûn û biryaran bo rêxistina jiyana siyasî, civakî, aborî û kulturî li herêma Kurdistanê derbixe ku, ev jî ciyê destxweşiyê ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku ew amade ye hemû hevkarî û hevahengiyê digel Parlamentoya Kurdistanê bike û hikûmet di wê baweriyê de ye ku ev rêya takane ji bo geşepêdana rewşa hukimdariyê ku di qazanca xelk û bi desthênana hemû hêvî û daxwazan û parastina demokrasî, firehî û azadî kul li hemû Kurdistanê heye.”

(AKnews)
 

Diğer Haberler