Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
HPG: Çalakiya Pinarbaşiyê gerîlayên me pêk anî

HPG: Çalakiya Pinarbaşiyê gerîlayên me pêk anî

27 Mayıs 2012 Pazar 06:56
Baskê çekdar ê PKK, HPG, berpirstiya teqîna duh ya navçeya Pinarbaşî ya bajarê Qeyseriyê, ku tê de 4 kes mirin û 18 jî birîndar bûn, qebûl kir.

26 Gulan – Baskê çekdar ê PKK, HPG, berpirstiya teqîna duh ya navçeya Pinarbaşî ya bajarê Qeyseriyê, ku tê de 4 kes mirin û 18 jî birîndar bûn, qebûl kir.

Baskê çekdar ê PKK ku xwe wek hêzên parastina gel (HPG), bi nav dikin, di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan teqîna duh a navçeya Pinarbaşî ya bajarê Qeyseriyê pêk anîne.

Di daxuyaniyê de, ku ji aliyê ANF ve hatiye weşandin, hat gotin, mebesta çalakiya duh a navçeya Pinarbaşî tenê rêvebiriya polîsê navçeyê bûye û şiroveyên medya tirk li bara mebestên din de hat derewandin.

Di daxuyaniya HPG de, teqîna duh wek “bersiva êriş û zilma dewleta tirk li dijî gelê kurd û komkujiya Roboskî” tê binavkirin û tê gotin, di teqîna duh de, 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane ku yek ji Gevera Colemêrg û yê din jî ji Diyarbekirê ye.

Tê zanîn, duh li navçeya Pinarbaşî ya Qeyseriyê, li ber avahiya rêvebiriya polîs teqînek rû û di encamê de 4 kes (polîsek, 2 gerîla û sivîlek) hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

AKnews
 

Diğer Haberler