Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
HRW: Li girtîgehên Suriyeyê îşkenceya sîstematîk heye

HRW: Li girtîgehên Suriyeyê îşkenceya sîstematîk heye

03 Temmuz 2012 Salı 12:20
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) diyar kir ku li girtîgehên Suriyeyê li ser girtiyên siyasî bi awayekî sîstematîk îşkence tê pêkanÎn.

New York - Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) diyar kir ku li girtîgehên Suriyeyê li ser girtiyên siyasî bi awayekî sîstematîk îşkence tê pêkanÎn. HRW’ê da zanîn ku pêkanên li 27 navendên îşkenceyê li hemberî mirovahiyê sûc tê dîtin.

HRW’ya ku navenda wê li New Yorkê ye, raporeke ku ji 81 rupelê pêk tê ya bi ser navê ; ‘Şebekeya îşkenceyê: Di girtîgehên binerd yên Suriyeyê ji adara 2011’an heta niha binçavkirinên keyfî, îşkecen û wendakirin’ hate weşandin. Rapora ku 27 navendên îşkenceyê dike mijar û bi 200 kesî re hevdîtin hatiye kirin, cih didin kêliyên îşkenceya ku li girtiyên siyasî tê kirin.

Her wiha di raporê de tê diyarkirin ku di serî de li Şamê û bajarên ku muxalîf lê bi hêz in, navendên îşkencê yên ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê ya Suriyeyê hatine avakirin, her cureyê îşkenceyê li girtiyên siyasî dikin. Di nava îşkenceyên tên kirin de, bi dar û qamçiyan lêdan, kişandina neynukan, li beden asît rijandin, dayîna elektîrîkê û tacîz û tecawiz heye.

Li gorî HRW’ê ev 27 navendên îşkencê piştî xwepêşandanên li dijî rejîma Suriyeyê ya adara 2011’an dest pê kiriye. Rejîma Şamê bi van navendên îşkencê hewl didin muxalîfan bê bandor bihêlin.

Di raporê de îfadeyên gelek kesên li wê navendê îşkence dîtiye derabas dibe. Muxalîfekî 31 salî kul i bajarê Îdlîb dijî îşkenceya ku dît bi van hevokan vegot: “ Ez tazî kirim. Piştre bi kerpetenê neynukên min kişandin. Tiliyên min, guhê min zimbe kirin. Bi vî awayî ez didam axaftin. Êşeke mezin min dît.”

Rejîma Esad, li Şam, Heleb, Îdlîb, Dera, Hûmus û Hema yê 27 navendên îşkenceyê avakirin. Der barê mijarê de pisporê Yekineya Rewşên Lezgîn a HRW Ole Solvang agadî da û got yekineyên îstîxbaratê li her çar aliyê welat belav bûne û pergala navendên îşkeceyê jî îdare dikin.

Rapor cih dide nexşeya navendên îşkenceyê û navên hin îşkencekaran jî bi awayekî vekirî vedibêje. Di raporê de tê gotin ku ev pêkanîn li dijî mirovahiyê sûc e.

Solvong da zanîn ku ew hişyariya ku bila ev navend bên weşandin, rêbazên îşkenceyên bên tarîf kirin û navê îşkencekaran bê dayîn û her wiha hesabê van sûca bidin, kirine. Solvang, di mijarê de bangî NY’ê kir ku bila bê ser peywirê. HRW’ê da zanîn ku bila der barê kesên îşkencekar de jî Dadgeha Cezaya Giran a Navnetewî bikeve tevgerê. ANF

Diğer Haberler