Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Hûnê wekî serokwezîrê Tirkiyê çawa pirsa kurd çareser bikin’

‘Hûnê wekî serokwezîrê Tirkiyê çawa pirsa kurd çareser bikin’

02 Eylül 2012 Pazar 18:06
Parlamenterê CHPê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên serokwezîr Erdogan ên weke, ‘Ez bawer nakim Aygun hatibe revandin’ da û wiha got: “Ger ji min re bêje terorîst, wê ji PKKyiyan re çi bêje.”

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di bernameyeke televizyonê de li ser revandina parlamenterê CHPê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun a ji aliyê gerîlayên PKKê ve gotibû, ez bawer nakim Aygun hatibe revandin û ev tiştekî plankiriye. Li ser vê yekê Huseyîn Aygun nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Ew jî di nav de ji gotinên gotî bawer nake, ez dikarim çi bersivekê bidim? Ger ji min re bêje terorîst, wê ji PKKyiyan re çi bêje?”

Aygun li ser gotinên serokwezîr Erdogan wiha got: “Derket holê ku Şamil Tayyar li ser navê wî diaxive. Ezê niha wî jî hewaleyî ‘Ulu Divan-Dîwana Mezin’ bikim, lê wê ev Ulu Divanê ji bo sindoqan wekî gefekê bibînin. Ew bi xwe ji gotinên xwe bawer nake. Ji bo wê yekê ma dikarim çi bersivekê bidim? Lê ger ji min re bibêje terorîst, gelo wê li Osloya ku ligel PKKê li ser mêzeyekê rûniştine û li Îmraliyê ku bi awayekî veşartî ligel Ocalan rûniştî çi mameleyê bike? Ez vane hemûyan jî derbas dikim û pirsekî hêsan di pirsim. Ji ber armanca min xizmetkirina aştiyê ye. Hûnê wekî serokwezîrê vî welatî çawa pirsa kurd çareser bikin, hûnê vê xwîna dirije çawa rawestînin û çawa wan ciwanan ji çiya bênin xwar? Ez mirovekî aştîxwazim, serokwezîrek ku min ewqas dike hedef wê çawa vê pirsê çareser bike?”

Parlamenterê CHPê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun bilêv kir ku Erdogan nabîne ku çi çêdibe û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Dibêje, ‘Bi dehan kesên hatine revandin hene, wan na berde û çima ev berdane?’ Serokwezîr nabîne ku çi çêdibe. Piştgiriyeke mezin a raya giştî ji derve û hundirê welat ji bo min çêbû. Hemû partiyên siyasî jî di vî warî de ezmûneke baş dan. Ev opozisyona civakî ya pêkhatî bû sedem ku rêxistinê paşde gav avêt. Ez ne bi peyman û senaryoyekê, bi zexta raya giştî û gel hatim berdan. Pêwîst nake serokwezîr vê rastiyê berovajî bike.”(Rûdaw)

Diğer Haberler