Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hunera şêwekarê Kurd Ahmet Guneştekîn bi belgefîlmek hat danasîn

Hunera şêwekarê Kurd Ahmet Guneştekîn bi belgefîlmek hat danasîn

04 Mayıs 2012 Cuma 00:10
Belgefîlmê şêwekarê Kurd ê bi navbang Ahmet Guneştekin, gihîşt destê hunerhezan.

Stenbol 3 Gulan – Belgefîlmê şêwekarê Kurd ê bi navbang Ahmet Guneştekin ku ji alî Navenda Hunerê ya Ahmet Guneştekîn ve bi mebesta danasîn û diyarîkirina hunerhezan bi sê zimanan; Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hatibû amadekirin, gihîşt destê hunerhezan.

Belgefîlm bi kurtasî li ser taybetmendiya hunera Ahmet Guneştekîn ya ku ji zaroktî ve pêre bilîn dibe radiweste. Di belgefîlm de nirxandinên, şêwekar, rexnegirên hunerê, dîrokzanên hunerê û stranbêjên Kurd, Tirk û biyanî yên bi navbang, yên li ser Ahmed Guneştekîn cih digirin. Nivîskarê Kurd ê mezin Yaşar Kemal û Bejan Matûr jî di belgefîlm de resmên Guneştekîn dinirxînin û heyraniya xwe ji resmên Guneştekîn re diyar dikin. Her wiha di belgefîlm de danasîna pêşangeh û resmên Guneştekîn tê kirin û di derbarê projeyên wî de agahiyên berfireh têne vegotin.

Her çiqas di nav Kurdan de pir neyê nasîn jî gelek şêwekar, rexnegirên hunerê û hunermendên mezin ên cîhanê Ahmed Guneştekîn di nav baştirîn şêwekarên cîhanê de wek çêkerê hunera otodîdakt an jî şêwekarê xwediyê teşeya xwe, tê dîtin.

Di derbarê hunermend Ahmet Guneştekîn de Rêveberê Navenda Hunera Ahmet Guneştekîn Masûm Elmas ji Aknewsê re ragihand ku Ahmet Guneştekîn li derveyî Tirkiye wek şêwekarekî mezin tê dîtin û wek Kurdekî hemwelatiyê Tirkiye tê nasîn lê mixabin di nav Kurdan de pir kêm tê nasîn. Masûm Elmas wiha got; Di warê bi navbangiya li cîhanê de di romana Kurdî de Mehmet Ûzûn, di stranbêjiyê de Şivan Perwer û di sînemayê de Yilmaz Guney çi be di şêwekariyê de jî Ahmet Guneştekîn ew bixwe ye.

kb AKnews
 

Diğer Haberler