Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hunermendekî kurd ji bo serhildanê disitrêne

Hunermendekî kurd ji bo serhildanê disitrêne

15 Mayıs 2012 Salı 10:21
Hunermendê kurd ê Sûriya Fûad Hisên stranek bi her du zimanên kurdî û erebî bi navê “Jiyan” tomar kiriye

Dîmeşq, 15 Gulan  – Hunermendê kurd ê Sûriya Fûad Hisên stranek bi her du zimanên kurdî û erebî bi navê “Jiyan” tomar kiriye.

Ew stran ku ji derênan û awazên wî ye, bo ser zimanên almanî û ingilîzî hatiye wergêrandin û pêşkêşî gelê Sûriya û şoreşa wî ya aştiyane kiriye.

Fûad Hisên di vê derbarê de ji AKnewsê re daxuyand, “Tiştê li Sûriya çê dibe werçerxaneke dîrokî ye ji bo rizgarbûn ji gendeliyê, erkê hemû welatiyekî ye ku behsa niştimanperweriyê dike di wê guhartinê de beşdar be, ji ber ew rejîm heyama 40 salî ye xelkê serkut dike.”

Hisên bal kişand ku strana wî xwestekên gelê Sûriya li xwe digire ku ew jî azadî û rûmeta mirov e.

Hisên amaje kir ku strana wî bi awayekî hunerî behsa bûyeran dike bi awazeke sozdariya niştimanî dakue bi hêsanî bikeve dilê gudaran de.

Hisên hêvî xwest şoreşa Sûriya bê çek serkeve û got, “Ew serkeftin bi rêya çek re bi dest nayê, dibe ku dîktatoriyeke din li pey xwe bîne, lê serhildana aştiyane dê demokrasiyê ji bo gelê Sûriya bîne.”

Fûad Hisên di sala 2008an de albomeke stranan belav kiriye û beşdariya gelek festîvalên muzîk û stranan kiriye, ew niha li Almanya dijî û endazeya deng û reng di ragihandinê de xwendiye û berhemhênana gelek kilîpan jî kiriye.

AKnews

Diğer Haberler