Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Husên: Min negotiye FIFAyê tîma Kurdistanê qebûl kiriye

Husên: Min negotiye FIFAyê tîma Kurdistanê qebûl kiriye

14 Nisan 2012 Cumartesi 14:28
Sekreterê federasyona fûtbola Kurdistanê, Selam Husên, nûçeya qebûlbûna tîma fûtbola Kurdistanê ji aliyê FIFAyê ve red kir û got, tîma Kurdistanê tenê bo şampiyoniya Filistînê hatiye vexwendin.

Hewlêr, 13 Nîsan  – Sekreterê federasyona fûtbola Kurdistanê, Selam Husên, nûçeya qebûlbûna tîma fûtbola Kurdistanê ji aliyê FIFAyê ve red kir û got, tîma Kurdistanê tenê bo şampiyoniya Filistînê hatiye vexwendin.

Piştî ku ragihadin û medyaya Tirkiyê, nûçeya AKnewsê ya vexwendina tîma Kurdistanê bo şampiyoniya Filistînê, ku dê navbera 13-22ê Gulana îsal bê sazkirin, wek qebûlbûna tîma Kurdistanê ji aliyê FIFAyê wek “tîma millî” weşandin û ev yek wek nîşana serxwebûna Kurdistanê şirove kirin, sekreterê federasyona fûtbola Kurdistanê ev yek red kir.

Selam Husên, ji AKnewsê re axivî û got, tîma fûtbola Kurdistanê ji aliyê Filistînê ve hatiye vexwendin bo şampiyona herêmî.

Husên, diyar kir, şampiyoniya han ji aliyê FIFAyê ve hatiye qebûlkirin.

AKnews
 

Diğer Haberler