Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Îddîa: Dadwerên Bilind Xwest, BDPê Got ’BOYKOT’

Îddîa: Dadwerên Bilind Xwest, BDPê Got 'BOYKOT'

31 Ağustos 2010 Salı 14:54
Dadwer Hamdi Yaver Aktan: Na heyran ez jî baweriyê bi xelkê naynim, divê em kurdan careka din di ber çav re derbas bikin. Mihtacî bi kurdan heye. Nuha gelek îhtiyac bi Abdullah Öcalan heye.

Rojnameya Zamanê ragihand ku li gor qeyda dengekî ku di malpera "dailymotion.com"ê de hatiye weşandin, di axaftineka di navbera sê dadwerên (hakimên) dadgeha bilind a tenfîzî a tirk, dadwerên statukoîst ên ku li hemberî guhertina destûra Tirkiyeyê ne, bi riya awukatê naskirî yê tirk ê ku wek ergenekonî tê nasîn; Turgut Kazan ji BDPê xwestiye da ew dengê "ERÊ" di referandumê de nedin, li ser vê, serokê BDPê Selahattin Demirtaş destpêkiriye li hemberî destûrê rawestiyaye, daxwiyaniyên li dijî guhertinê dane.

Li gor qeyda dengan dadwerê bilind diyar dike ku ji bo di referandumê de "ERÊ" dernekeve wan gelek pêwistî bi Öcalan û BDPê heye. Eger kurd bêjin "Erê" her tişt ji destên wan diçe. Wî ev yek ji CHPyiyan re û ji eskeran re jî gotiye û wî ewleyî daye ku kurdên BDPê îdî ne xeter in di esasî de ji % 99ê wan CHPyî ne, esas diviya CHP bi destê BDPê bigire.

Dadwer dibêje ku di destûrê de çiqas kaos derkeve ji bo wan baştir e, ew ê karibin îstîfade jê bikin.

Li gor malperê dadwerên dadgehên bilind ên tenfîzî yên ku dengên wan hatiye qeydkirin ev sê kes in; Endamê daîreya 8ê a Dadgeha Bilind a Tenfîzî Hamdi Yaver Aktan ku berê jî palnên wî yên rizgarkirina serdozgêrê Erzincanî yê bi tuhmeta ergenekonî hatibû girtin; Ilhan Cihaner eşkere bûbû. Serokê Daîreya 8ê a Hiqûqê a Dadgeha Tenfîzî Yusuf Uluç û endamê Daîreya 10ê a Hiqûqê Fatih Arkan e.

Dengên qeydê bi vî awayî ne:

Yusuf Uluç: Deniz Baykal dereng ma, bawerpêkirin û emîniya xwe (wenda kir), bawer nakim êdî zêde tiştekî bike. Di wextê xwe de xelk tenê hişt.

Hamdi Yaver Aktan: Nuha ev BDP heye ya, ev partî gelek giring e. Me ev yek çendek berê li gel Turgut Kazan Axaft, wî li gel Demirtaş (serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş) axaft got "Kuro, ê bêjin KCK filan û we geber bikin." Pişt re wan daxuyanî da, got "Em fdi wî tiştê ku dadweriyê dixe nav siyasetê nîn in."

Y. U.: Binêre, ez ji te re tiştekî bêjim, esas divê CHP bi destê BDP-ê bigire, wê bikêşa ba xwe. Êdî tu tiştekî vê nîne, ne pêwist e bê tirsîn. û ji % 99,9-ê van sosyal demokratÊn terefdarên CHP-ê ne, Yanî ne ewkên kurdan, ne kevneperestên kurda ne!

H.Y.A: Ê de me ji milletwekîliyên CHP'ê re got, lo... Di roportajê de min ev ji Leyla xanimê re (rojnamevana rojnameya Cumhuriyetê) got, min got van nenivîsin, (kasetê) bigire. Em wek hev difikirin, divê em van karan bikin.

Y.U: Divê BDPyiyan himbêz bikin yanî!

H.Y.A.: Min ji Turgut (Kazan) beg re got tu wan dibînî. çû dît, di grûbê (a parlamentoyê) de çû. Min got vê ewk bikin, ger di referandûmê de bê redkirin ê bi saya vê bê redkirin, min got wekî din nabe. Ji vê gav nayê paşdeavêtin.

Y.U: Belê, belê meriv mecbûr e yekîtî û tifaqê deyne.

H.Y.A.: Çendek berê ez li gel mixalifan di ezimandineka xarinê de bûm, (efserÊn) muwezzef jî hebûn. Min ji wan re got, min got yanî ne mimkin e, ji vê tu nikarî gavan paş de bavêjî, Mihtaciya me bi vê heye. Bi awayekî din serî bi vê mişkileyê re nayê derxistin. Eger na (AKP) ê bi temamî teslîm bigire, Nuha helbert di vê li vê derê di prosesa hiqûqî de jî baş ewk bê kirin. Yek; Desteya Bilind a Hilbijartinê: Vê qanûna referandumê daxin du mehan ev qanûneka hilbijartinê ye, ez qanûna hilbijartinê berî salekê tetbîq nakim, Ez çar mehan tetbîq dikim.

Y.U: Ew der ê vê bike. Ji xwe ji wê ditirsin.

H.Y.A.: Ew ê bêje ez ê vê çar mehan tetbîq bikim. Ev yek. Ku qanûn derket ez ê biçim Dadgeha Bilind a Destûrê, di çar mehan de ê prosesa cîbicîkirinê rawestîne. Eger nede Sabih (Kanadoglu) dibêje piştî hilbijartinan, lê piştî hilbijartinan avayî tê guhertin, bi maddeya demkï, tu nikarî betal bikî.

Fatih Arkan: Deste, Desteya Bilind a Dawer û Dozgêran ji nuha pê ve nema kare tiştekî bike, şensê wê pirr nema.

H.Y.A.; Ew xelas, îdî divê meriv di regfrandumê de zora van bibe.

F.A: Kak zêde bawerî bi referandumê meyne, ev xelk....

H.Y.A: Na heyran ez jî baweriyê naynim, divê em kurdan careka din di ber çav re derbas bikin. Mihtacî bi kurdan heye. Nuha gelek îhtiyac bi Abdullah Öcalan heye.

F.A: Lê gelek zû dikevin nav hevkariyê.

H.Y.A: Nuha bala xwe bide min, kurd ê li ber xwe bidin da daxwazên xwe bidest xin. Kuro tê de diçin xwarê lo, bira tam kaosek be, ez ê ji vê kaosê îstîfade bikim. Me ji Turgut Beg re got, bi Demirtaş re hevdîtin kir, wan jî yek du daxwiyanî dan. Min li çend ciyan jî got. ji eskeran re jî got. îhtiyaciya me bi van heye. Yanî ku hema bêje "ERÊ" ê ev îş diçe.

netkurd.com

Diğer Haberler