Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
ÎHD: Di 10 salan de 21 zarokên kurd li sînorê Îranê hatin kuştin

ÎHD: Di 10 salan de 21 zarokên kurd li sînorê Îranê hatin kuştin

16 Ağustos 2012 Perşembe 15:22
Şaxa ÎHD'ê ya Wanê ji sala 2002 û heta niha raporên kuştinên li ser sînor girt û diyar kir ku di nava 10 salên dawî de tenê li ser sînorê Îranê 21 zarokên kurd hatine qetilkirin û 7 kes jî birîndar bûne.

Şaxa ÎHD'ê ya Wanê ji sala 2002 û heta niha raporên kuştinên li ser sînor girt û diyar kir ku di nava 10 salên dawî de tenê li ser sînorê Îranê 21 zarokên kurd hatine qetilkirin û 7 kes jî birîndar bûne. Bi tevahî li herêma di nava 10 salan de 24 kes bi gule û mayinên dewletê jiyana xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne û seqet mane.

Li Tirkiyeyê tenê di 15 rojên tebaxê de 4 zarokên kurd hatin qetilkirin. Di 4ê Tebaxê li navçeya Yuregîra Edeneyê Mazlum Akay ê 11 salî, 6'ê Tebaxê li bajaroka Kizilxaça Mûşê Seray Yavuz a 8 salî, 7'ê Tebaxê li Elbaka Wanê Vesîm Zengîn ê 13 salî, di 7'ê Tebaxê de li Gundê Yekmala Qilebana Şirnexê Ferhat Sogat ê 18 salî bi gule û teqemeniyên dewletê jiyana xwe ji dest dan. Leşkeran di 23’ê tirmehê de li navçeya Ebexê ya Wanê ciwanê 19 salî Veysî Ecer dan ber guleyan. Di 27’ê tirmehê de li zozanê Qaraxanê ya Idirê şivanê bi navê Şefîk Çakmaz û birayê xwe Zekî Çakmaz bi teqemeniyên dewletê birîndar bûn. Di vê hefteya herî dawî de jî welatî û karkerê bi navê Murat Temeş ê 33 salî li navçeya Geverê ya Colemêrgê di encama bombeya gazê de bi giranî ji çav û serê xwe birîndar bû. Li ser vê yekê me li ser kuştinên herêma serhedê yên di 10 salên dawî de îstatîstîkên ÎHD'ê kom kirin.

Li gorî lêkolîn û raporên ÎHD'a Wanê di 10 salên serdema hikûmeta AKP'ê de tenê li ser sînorê Îranê 21 ciwanên kurd hatin qetilkirin û 7 zarok jî birîndar bûn. Bi tevahî li herêma serhedê di nava 10 salan de 24 zarok û ciwan hatin qetilkirin û 24 zarok û ciwan jî birîndar bûn. Kesên birîndar bûn jî gelekan ji wan çav, mil û destê xwe winda kirin. Hin kes jî bi bîrîndarî hatin girtin. Lê derbarê kujer û berpirsiyaran de heta niha tu lêpîrsîn û doz nehate vekirin.

Işik: Em ê bûyeran bi şopînin

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Omer Işik, derbarê qetilkirina zarokan û lêkolînên xwe de axivî û diyar kir ku li cem dewletê qîmetê zarokên kurd tune û zarokên tên kuştin ji kîsê xwe diçin. Işık, anî ziman ku ji ber dewlet qîmet nade kuştinê heta niha doza 2 kesan bi serketî encam bûye û yên din tev dozên wan hatine girtin û bi encam nebûne. Işık, da zanîn ku di bûyerên kuştinê de li şûna dozger û qeymeqam lêkolînê bikin, qeymeqamê diçe li ser sînor bi rayedaran re mulaqat dike li ser sergirtina mijarê li hev dikin û bûyerê bincil dikin. Işik, destnîşan kir ku dema ji bûyeran agahiyên nebin û lêkolîn nekin ser bûyerê tê bincilkirin û wiha got: "Emê wekî ÎHD’ê van bûyeran bişopînin û ji bo mafê mirovan û jiyana mirovan têkoşîna xwe ya mafdar bişopînin.

Li gorî rapora ÎHD'ê daneyên kuştin, birîndaran wiha ye:

Kesên li ser sînor birîndar bûn û hatin kuştin:

2002: Bakî Karagule û Metîn Gongur jiyana xwe ji dest dane.

2003: Adem Avul jiyana xwe ji dest daye.

2004: Bîlal Yakan û Davut Korkut birîndar bûne.

2005: Îsmet Korkut, Muzaffer Oktay û Ersîn Karabulut jiyana xwe ji dest dane.

2007: Mehmet Yekebaş jiyana xwe ji dest dane

2009: Gunay Işikay, Behzat Çekemîk jiyana xwe ji dest dane û Îlter Salan, Yilmaz Agaya û Erkan Çetîn birîndar bûne.

2010: Murat Eskînyer, Vedat Çerî, M. Nurî Tançoban, Asim Yavruturk û Taner Kurucan jiyana xwe ji dest dane û Ercan Ugur û Zîkrî Kef birîndar bûne.

2011: Yavuz Ondag, Yaşar Vural, Samî Îçtenyilmaz û Ercan Uca jiyana xwe ji dest dane.

2012: Vesîm Zengîn û Reşat Karahançer jiyana xwe ji dest dane.

Kesê bi gulebarandina leşker û polîsan birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dan:

2006: Tajdîn Efe bi giranî birîndar bûye.

2007: Ejder Demîr jiyana xwe ji dest daye û Feyzullah Bal û Mehmet Bal birîndar bûne û ew xistine girtîgehê.

2008: Sercan Bakir, Salîh Kiziltaş, Nîzamettîn Ozcan, Adîl Çelîk, Evsel Şahîn birîndar bûne û Ercan Yayik jiyana xwe ji dest daye.

2009: Cegerxwîn Işik û Mehmet Gencer birîndar bûne û Îbrahîm Atabay jiyana xwe ji dest daye.

2010: Canan Saltik jiyana xwe ji dest daye.

2012: Yucel Tosun, Cengîz Tosun, Tufan Tarla, Veysî Ecer û Murat Temeş birîndar bûne.

Kesê ku di encama teqemeniyê de birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan:

2007: Oktay Koldaş, Îsmaîl Aka û Ozkan Apakhan bi giranî birîndar bûne.

2008: Çetîn Alîcan bi giranî birîndar bûye.

2009: Unal Demîr bi giranî birîndar bûye.

2010: Oguzhan Akyurek jiyana xwe ji dest daye.

2012: Şefîk Çakmaz û Zekî Çakmaz bi giranî borîndar bûne.

Bi tevahî di 10 salan de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne.(Rûdaw/DÎHA)

Diğer Haberler