Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ HAT AVA KIRIN

ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ HAT AVA KIRIN

11 Haziran 2012 Pazartesi 07:14
Civîna Lijneya Giştî ya Înîsiyatîfa Azadîyê di nav van her dû rojên derbasbûyî li Amedê hat kirin û di encamêda belavokek encamê ya Kurdî (Kurmancî, Zazakî) û Tirkî hat îlan kirin.

Civîna Lijneya Giştî ya Înîsiyatîfa Azadîyê di nav van her dû rojên derbasbûyî li Amedê hat kirin û di encamêda belavokek encamê ya Kurdî (Kurmancî, Zazakî) û Tirkî hat îlan kirin. Metna belavoka encamê ya Kurdî ji aliyê Sevînç Oluç û ya Tirkî ji aliyê Yakup Aslan hat xwendin. Piştî xwendina daxuyaniyan berdevkê Înîsiyatîfe Adem Özcaner pirsên mensûbên çapemeniyê bersivand. (UFKUMUZ)

JI BO RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ

Di encamê şêwirên ku ev du sal in bi pêşengiya kesayetên Îslamî dimeşin û di encamê civîna ku di 9-10 Hezîrana 2012an de li Amedê pêk hat; me biryara damezrandina rêxistina ÎNÎSİYATÎFA AZADÎ daye.

Di encamê civîna ku ji gelek bajaran û ji dervayî Turkiyê gelek însanên hêja beşdarî lê kirin; li ser navê Înîsiyatîfê û bernameya wê lihevkirinek pêk hatiye.

Rêxistina “Ji bo Dad, Maf û Edaletê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê” , navê wê yê kin wekî “ÎNÎSIYATÎFA AZADΔ hatiye danîn. Înîsiyatîf, ji bo aştiya mayinde ya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were, bidestxistina hemî mafên Kurdan ên siyasî, çandî, civakî û aborî ku çavkaniya xwe ji hiqûqê navneteweyî û hiqûqê Îslamê digirin wekî mecbûriyetekê dibîne.

Înîsiyatîf, xebatên xwe li ser esasê şêwrê dike. Herwiha bi rêbazên vekirî û meşrû dimeşîne.

Komara Tirkiyeyê, ne tenê li nasnameya Kurdan a neteweyî, li hemberî nasnameya wan a Îslamî jî bi dijmintî tevgeriyaye. Sala 1925an di tevgera Şêx Seîd de, sala 1927-1930î de di tevgera Agiriyê de û sala 1937-39an de li herêma Dêrsimê siyaseteke tunekirin û qetlîamê meşandiye. Herî dawî jî qetlîama Robozkê şanî me daye ku; qetlîamên li hemberî Kurdan wekî do îro jî didomin.

Înîsiyatîf, aştiya cihanî, nirxên Îslamî, nirxên gerdûnî û hêjahiyên hevpar ên mirovahiyê muhîm dibîne. Herwiha xweşborandina bi xelkên Rojhilata Navîn re, hiqûqê biratiyê û hevkariyê diparêze. Wekî din jî hemî daxwazên tebîî û însanî yên gelên li Kurdistanê û civakên li Rojhilata Navîn dijîn destek dike.

Înîsiyatîf, piştgiriyê dide hemî gavên erênî yên ku li Tirkiyeyê ji bo maf û azadiyan têne avêtin. Herwiha hewl dide ku tevkariya wan bike.

Înîsiyatîf, der barê makezagona nû de; mafên Kurdan ên wekî perwerdehiya bi zimanê Kurdî (Kurmancî-Zazakî) û zimanên din; ji xeynî zimanê Tirkî fermîbûna zimanê Kurdî, îadekirina navên ku bi zorê hatine guherandin, mafê beşdariya rêvebiriyê û tayinkirina awayê jiyana xwe diparêze. Herwiha Înîsiyatîf, avêtina gavên erênî ji bo aştiyeke birûmet jî destek dike.

Daxwazên Kurdan ên li ser diyarkirina pêşeroja xwe û tayinkirina qedera xwe, ji hêla Hiqûqê Îslamê ve û ji hêla hiqûqê navneteweyî ve daxwazên meşrû ne.

Înîsiyatîf, di têkoşîna xwe ya siyasî de wekî metod rê û rêbazên aştiyane dişopîne. Di têkoşîna xwe de meşrûiyetê û guncanbûna mafên tebîî/îlahî û nirxên exlaqî yên ji bo hemî mirovahiyê hevpar digire.

Înîsiyatîf, ne alîgir û dijberê tu tevger, rêxistin, cemaet, partiyên siyasî û komên din e. Li ser esas û prensîbê edalet û xweşbînî û hevkariyê diparêze.

Înîsiyatîf, rêxistinbûyinên cuda yên li Kurdistanê wekî dewlemendiyekê dibîne. Herwiha ji der barê mijara damezrandina kongre û konferansên ku çareserkirina pirsgirêkan ji xwe re dikine hedef berpirsiyariya xwe tîne cih.

Diğer Haberler