Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Înîsiyatîfa Azadî Şêx Seîd Bi Bîr Anî

Înîsiyatîfa Azadî Şêx Seîd Bi Bîr Anî

28 Haziran 2012 Perşembe 13:49
Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê Azadî, di salvegera 87. de Şêx Seîd û rêhevâlên wî bi bîr anî.

Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê Azadî, di salvegera 87. de Şêx Seîd û rêhevâlên wî li Amedê li Derê Çîyê bi daxuyanîyeke çapemenîyê bi bîr anî.

Daxuyanî ji alîyê Adem Özcaner bi kurmancî û ji alîyê Ednan Fırat jî bi tirkî hat xwendin. Metna kurmancî ev e;

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Şêx Seîd, di sala 1925an de ji bo heq, edalet û azadiyê li axa Kurdistanê serhildan da destpêkirin. Îro 87emîn salvegera şehadeta wî û rêhevalên wî ye

Îradeya dewleta Tirkiyê ya avaker, hukumraniya siyasî xiste bin nîrê Tirkîtiyê. Bi vê yekê re hemî îmkanên ku peymaneke hevpar pêk were ji holê rakir. Daxwaza dewleta Tirk ew bû ku Kurdistanê bi hêjahiyên wê yên dînî û millî ji holê rake. Lê belê, Şêx  Seîd û hevalên xwe, bi vê yekê razî nebûn.

Bi dehan qetlîamên wekî Zîlan, Dêrsim, Robozkê û hwd. ku piştî sala 1925an hatin kirin; helwesta rejima dagirker û zalim a li hemberî daxwazên xelkê Kurdistanê yên li ser edalet û azadiyê, diyar dikir.

Hebûna Dewleta Tirkan li Kurdistanê, ne li gorî daxwaza xelkên Kurdistanê ye, tam berevajî wê ye. Lewra vê dewletê hem li hemberî nirxên Kurdistanê yên Îslamî û hem jî yên millî bêperwa tevgeriyaye û îmkanên pevrejiyanê nehiştiye. Loma hebûna wê ya eskerî, siyasî û ji her hêlên din ve dijî îradeya gelê Kurdistanê ye.

Kurdistaniyan tu carî ev koletî û zihniyeta dagirkeriyê qebûl nekiriye.

Ji ber van sedeman, hebûna Dewleta Tirkiyê ya li Kurdistanê ku Îradeya Kurdistaniyan tune dihesibîne, li gorî hiqûqên navneteweyî û distûrên Îslamê nemeşrû ye.

Divê baş were fêmkirin ku çêkirina peymaneke nû ya civakî bivê-nevê ye. Berî wê jî agirbesteke berfireh, bidawîbûna şer û divê girtiyên siyasî giş serbest bêne berdan.

Rêvebiriyeke nû ya bi peymaneke civakî û li ber roniya heq, edalet û azadiyan ve were avakirin, hem di xêra Kurdistaniyan de ye û hem jî di xêra Tirkiyeyê de ye. Divê di distûra nû de; Parvekirina hukumraniyê, mafê ku xelkê Kurdistanê rêvabiriya xwe tayin bike, resmîbûna zimanê Kurdî û mafê perwerdehiya bi zimanê xwe were qebûlkirin.

Bi vê wesîleyê, em kesên ku di tarîxê de ji bo heq, edalet û azadiyê xwe feda kirine bi minnet yad dikin. Xusûsen em şehîdên Kurdistanê yên sala 1925an; Şêx Seîd û hevalên wî bi rehmet û minnet bibîr tînin.

Diğer Haberler