Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê: JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê: JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

12 Aralık 2012 Çarşamba 09:08
Desthilatdarîya AKPê bi vê gava xwe û bi helwesta xwe ya otorîter, bêtehemmul û zext û zorî, xelkê Kurdistan û yê Tirkiyê careke din hêvîşikestî dihêle.

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Hewldanên ji bo qedexekirina şerpayê yên ku di salên 1970an de destpê kirine, piştî îhtîlala 1980an pêşî li mektebên Îmam Xetîbê piştre jî bi nîqaşên ku divê li zanîngehan jî şerpe qedexe bibe domiyaye. Di encamê de li hinek saziyên perwerdehiyê, qedexe hatine kirin.

Ji bo ku ev nîqaş bidawî werin di sala 1989an de di qanûna YÖKê ya bi jimara 2547 de serastkirineke wekî “ji ber sedemên dînî” “nixumandina ser û stû”  serbest dihêle hatiye kirin. Lê Mehkemeya Bilind ev hukum li dijî distûrê laîktiyê dîtiye û di sala 1989an de betal kiriye. Li ser vê yekê di sala 1990an de benda 17m a ku  li ser  qanûna YÖKê hate zêdekirin dîsa nixumandin serbest hatiye hiştin. Di eleyhê vî hukmî de jî doza betalkirinê li Mehkemeya Bilind hatiye vekirin, lê daxwaz hatiye reddkirin. Mehkemeya Bilind di qerara xwe ya 1991an de daxwaza betalê redd dike lê şîroveya wê ku dibêje“Benda 17m a îlawe, cil û bergên ku sembola dînekî ne û dijî qiyafetên esrî ne, di saziyên perwerdehiya bilind de serbest nake, lê bi şertê ku ne di eleyhê qanûnên heyî de bin dikarin bêne liberkirin. Ev madde jî ne li dijî Makezagonê ye.” Ji aliyekî ve serbestiyê ji nixumandinê re tîne lê ji aliyekî din ve jî piştî mudaxeleya 28ê Sibata 1997an ji bo serokê YOKê û endamên wê û ji bo hin rektor û dekanan dibe hinceta qedexekirina nixumandinê.

Di Sibata 2008an de ji bo qedexeya nixumandinê ya ku bi qerara Mehkemeya Bilind û bi awayekî tevlihev dihate meşandin bi temamî û ji binî ve were rakirin, di TBMMê de îradeya di wesfê piraniyê de hatiye nîşandan û guherîna destûrê hate kirin. Lê ev guherîn jî ji hêla Mehkemeya Bilind ve hate betalkirin.

Hilbijêrên Tirkiyê yên dîndar ji bo ku mexdûriyeta wan a bi taybetî piştî 28ê Sibatê derketiye ji holê bê rakirin hêviya xwe bi Ak-Partiyê ve girêdane. Herwiha Kurdistaniyên dîndar jî bi taybetî ji bo heqên wan ên fitrî û tebîî werine dayin hêviya xwe bi Ak-Partiyê ve girêdane. Lê di roja îro de AKP bi dewleta Kemalîst re bûye yek û hêviyên van xelkan hemûyan li erdê hiştiye.

Îqtîdara AKPê ya li ser bihaneya ku li piraniya îqtîdarê ne muqtedir e û bi rejîma wesayetê re di şer de ye, di roja îro de ji artêşê bigire heta saziyên dadgeriyê li ser hemî saziyan muqtedir e. Lê belê dîsa jî der barê mafên herî bingehîn ên xelkê Kurdistanê de refleksên Kemalîstan şanî û awayekî rêvebiriya otorîteriyê daye pêşiya xwe. Vê îqtîdarê, ji aliyekî din ve jî der barê nixumandinê de ku hêviya herî mezin a Misilmanên Tirkiye û Kurdistanê bû di tarîxa cumhûriyetê de cara pêşî mohra xwe li binê qedexeyeke vî awayî xistiye.

Herwiha hewildanên qedexekirinê yên ku heta îro bi awayekî fiîlî û şîroveyên zorakî dihatin kirin, bi rêziknameya ku ji hêla Lijneya Wezîran ve hatiye derxistin ji aliyekî ve di pêşdibistan, dibistana seretayî, mekteba navîncî û lîsayan de serbestiyeta cil û bergan hatiye tenzîmkirin. Ji aliyekî din ve jî ev rêzikname hukmê “divê xwendekar li dibistanê servekirî bin” bi xwe re tîne. Rêziknameya ku destûra xwendekarên keç dide ku li mektebên îmam xetîbê yên navîncî û lîseyê de di hemî dersan de, di mekteba navîncî û lîseyan de jî tenê di dersên hilbijartî yên wekî Quranê de dikarin serê xwe binixumînin; rewşeke ku li dijî destûrê û qanûnan e aniye halekî qanûnî. Xala ji vê jî girîngtir ew e ku ji bo xwendekarên ku li derveyî vê dimînin qedexeya nixumandinê xistiye rewşeke qanûnî û mektebên îmam xetîbê jî xistiye pozîsyoneke wekî ya mektebên rahîbeyan.

Desthilatdarîya AKPê bi vê gava xwe û bi helwesta xwe ya otorîter, bêtehemmul û zext û zorî, xelkê Kurdistan û yê Tirkiyê careke din hêvîşikestî dihêle.

Em wekî Ji Bo Dad  Maf û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku divê desthilatdariya AKPê vê helwesta xwe ya xapînok li hemberî xelkê Kurdistanê û Tirkiyê ku li ser esasê xapandina hestên dîndariyê hatiye avakirin terk bike. Dîsa baweriya me ew e ku divê telebên îslamî yên xelkê bicih bîne û guherînên qanûnî yên di vî warî de bike. Herweha divê Rêziknameya Cil û Bergên Xwendekaran ên Girêdayî Wezareta Perwerdehiyê ku belgeyeke rûreşiyê ye zû bi zû ji meriyetê rabe û di şûna wê de qanûnên serbestiyê bêne derxistin.

ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ

Diğer Haberler