Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Iraqê nûçeya Le Figaro ya mirina Talabanî red kir

Iraqê nûçeya Le Figaro ya mirina Talabanî red kir

05 Ocak 2013 Cumartesi 11:31
Serokatiya komara Iraqê nûçeya rojnameya Fransî ya ku îdia kirî Talabanî miriye, derewand.

Şandeke payebilind a Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi awayekî cûda û bi armanca ‘Xêrhatinê’ serdana hevsera Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed kirin. Serokatiya komara Iraqê jî nûçeya rojnameya Fransî ya ku îdia kirî Talabanî miriye, derewand.

Îro şanda YNK û PDK’ê serdana hevsera serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed kirin.

Şanda PDK’ê ji cîgirê serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî pêk dihat û di civînê de tevî bixêrhatinê, behsa rewşa tendirûstiya Talabanî kirin.

Dezgehên ragihandinê yên YNK’ê belav kirin ku îro şande YNK’ê ya ji cîgirê sekreterê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl, Dr. Berhem Salih, Mele Bextiyar û gelek endamên din ên polîtburoyê pêk dihat, serdana Hêro Îbrahîm kirin.

Li gor agehdariyan di wê hevdîtinê de Hêro Ehmed bi hûrî behsa tendirûstiya Talabanî kiriye û ji endamên polîtburoyê re wiha gotiye: “Tendirûstiya serok Talabanî ta astekê başe û bi mîsogerî ber bi başbûnê ve diçe. Bi berdewamî pijîjkan ji bo başbûna bi berdewam a tendirûstiya wî em mîsogerkirine.”

Serokatiya komara Iraqê jî derbarê rewşa tendirûstiya Talabanî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin ku tîma pijîjk a serpereştiya çareserkirina serokomar Celal Talabanî dike, ragihandiye ku tendirûstiya Talabanî baş e û wiha tê gotin: “Çareserî bi başî tê wergirtin û qonaxên giran derbas kiriye.”

Duh rojnameya Le Figaro ya Fransî îdia kiribû Talabanî mirina klînîk derbas kiriye. Di vê derbarê de serokatiya komarê diyar kir ku wê rojnameyê nûçeyek ne rast belav kiriye û wiha dibêje: “Tevî ku em wê nûçeyê red dikin, daxwaz ji wê û tevayî dezgehên ragihandinê dikin ku nûçeyên derbarê tendirûstiya Talabanî pişta xwe bi çavkaniyên fermî girê bidin û ew jî nivîsîngeha fermî ya serokomar e.”(Rûdaw)

Diğer Haberler