Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Îro îdareya serbixwe ya Helebce dê bê ragihandin

Îro îdareya serbixwe ya Helebce dê bê ragihandin

16 Mart 2012 Cuma 13:20
Qaymeqamê bajarokê Helebce ragihand ku îro di rêwresma taybet bi 24emîn salvegera kîmyabarana Helebce de dê îdareya serbixwe ya Helebce bê ragihandin.

Silêmanî, 16 Adar  – Qaymeqamê bajarokê Helebce ragihand ku îro di rêwresma taybet bi 24emîn salvegera kîmyabarana Helebce de dê îdareya serbixwe ya Helebce bê ragihandin.

Goran Edhem ji AKnewsê re daxuyand ku berî niha biryara avakirina îdareya serbixwe ya Helebce û çend bajarokên din ên Herêma Kurdistanê hatibû dayîn, biryar e jî îro di wê rêwresmê de îdareya Helebce bête ragihandin.

Derbarê navê wê îdareya nû, Edhem got, “Heta niha nediyar e û navê serpereştyarê îdareyê jî nehatiye diyarkirin.”

Berî niha hate ragihandin ku Azad Tewfîq endamê mekteba ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo posta serpereştyarê îdareya Helebce hatiye destnîşankirin.

Di 16ê adara sala 1988an de, balafirên artêşa berê ya Iraqê bi bombeyên kîmyayî bordumana bajarokê Helebce (81 km li rojhilatê Silêmaniyê) kirin.

Li gorî xemilandinên nefermî, di encama bordumanê de, nêzîkî 5 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar kes jî birîndar bûn.

 (AKnews)

Diğer Haberler