Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Îsraîlê Ji Dewletbûna Filistîn Acize

Îsraîlê Ji Dewletbûna Filistîn Acize

03 Aralık 2012 Pazartesi 09:42
Îsrail li rojavayê şeriayê, biryara avakirina 3 hezar xaniyan da.

Piştî ku Filîstîn bi statûya “dewleta çavdêr” hate qebûl kirin, ji îsraîlê, qirarek nexweş hat u destura çêkirina 3 hezar avahiyan da..avahî li rojavaya şeriayê dê bên çêkirin û her wiha rojavayê şarîayê dê bibe 2 perçe.

Piştî ku neteweyên yekbûyî Filîstîn weke dewleta çavdêr qebûl kir, îsrailê jî dest bi xebatê kir. Îsraîlê ragîhand ku, li rojhilatê Kudûs û rojavayê şeriayê 3 hezar avahiyên nû dê bên çêkirin.

Hat nirxandin ku Ev biryara îsraîlê, biryarek li dijî biryara neteweyên yekbûyî ye. Di rojnameya Haaretz a ku li îsraîlê tê weşandin de hat nivîsandin ku hin avahiyên nû li Kudüs û Maaleh Adumimê dê bên çêkirin.

Nûnerê neteweyên yekbûyî yê Filîstînê Riyad Mansur got; eve biryareke provokasyon e. Filîstînê diyar kir ku hewl didin rojavayê şerîayê bikin 2 perçe û teqez li dijî vê biryarê derdikeve. 

Ev qerara Îsraîlê, ji aliyê wezira karên derve ya dewletên yekbûyî yên amerîqayê Hillary Clinton ve jî hate rexne kirin. Clintonê îfade kir ku cih û warên nû, dê pêşî li pêvajoya guftûgoyê bigre.

Rayedarên Filîstinê ragihandibûn ku heta çêkirina avahiyên nû yên di nav axa wan de nesekine, ew jî hevdîtinên aşitiyê berdewam nakin. Neteweyên yekbûyî û raya giştî ya dinyayê bertekek mezin dide van avahiyên nû.  (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler