Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Newepel de nuştoxê neweyî
Hûmara 96. ya Newepelî Vejîya. Nuştoxanê na hûmare ra Sedef Kandemir, Newal Nupel, Ferîd Îbrahîm Sevinç û Meral Güntaş reya verên a ke Newepel de dest bi nuştişê kirdkî kenê.
Wêjeya kirmanckî û  Seyda Melle Ehmedê Xasî
Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn, Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû.
Ji 228 Saziyên Li Ewropayê Piştgiriya Xweseriyê

Ji 228 Saziyên Li Ewropayê Piştgiriya Xweseriyê

17 Ağustos 2010 Salı 17:51
Li Almanyayê 228 rêxistin piştgiriya ji bo biryara "Xweseriya Demokratîk" kirin û destek dan biryara BDP'ê ya ji bo boykota referandumê.
Li Almanyayê 228 rêxistinên ku di nav de sazî, federasyon, enstîtu û komeleyên olî hene, piştgiriya ji bo biryara "Xweseriya Demokratîk" kirin û destek dan biryara BDP'ê ya ji bo boykota referandumê.

Li gorî nûçeya ANF'ê, di civîna ku li Navenda Çanda Kurd a li bajarê Dusseldorfê hate lidarxsitin de hate diyarkirin ku pirsgirêka kurd berhema polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewletên serdest û hêzên navneteweyî ye û hate gotin ku ji bo çareseriya demokratîk formula herî maqûl Xweseriya Demorkatîk e.

Daxuyaniya ku diyar dike "di noqteya ku îro hatinê de pirsgirêka kurd an dê bi riya muzakereyan û bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin an jî dê şerekî ku li hemû herêmê belav bibe dê dest pê bike" de wiha hatiye gotin:

"Li gel zêrandinên dewletê û yên hikûmeta AKP'ê; KCK'ê li ser banga raya giştî ya sivîl û demorkatîk û bi înîsiyatîfa rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan careke din pêvajoya bêçalaktiyê da destpêkirin. Ev ji bo gelê me û ji bo çareseriya demokratîk a hêviya gelê me ye, firsendeke mezin e.

Di daxuyaniyê ku ji bo 18'emîn Festîvala Kurdan a Navneteweyî û ji bo piştgiriya biryara BDP'ê ya boykota referanduma 12'ê îlonê bang hate kirin de hate destnîşankirin ku ji bo çareseriya demokratîk formula herî maqûl Xweseriya Demorkatîk e û bang li Tirkiye û dewletên têkildar hate kirin ku ji bo vê çareseriyê gavên pratîk bavêjin.

Hin rêxistinên ku îmzeya wan di bin daxuyaniyê de heye ev in:

"Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Konfederasyona Saziyên Kurdan a li Ewropayê (KON-KURD), Federasyona Saziyên Kurdan a li Almanyayê (YEK-KOM), Federasyona Saziyên Kurdan a li Fransayê (FEY-KA), Federasyona Saziyên Kurdan a li Swîsreyê (FEK-KAR), Federasyona Saziyên Kurdan a li Brîtanyayê (FED-BİR), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), Federasyona Komeleyen Êzîdî (FKE), Înîsiyatîfa Têkoşîna Azadiya ji bo Ocalan, Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê, Weqfa Jinan a CENÎ, Navenda Civakên Kurd û Tirk, Navenda Civaka Kurd (KCC).

AKnews

Diğer Haberler