Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji 44 sazî û partiyên kurd bo Roboskiyê biryara çalakiyên hevpar

Ji 44 sazî û partiyên kurd bo Roboskiyê biryara çalakiyên hevpar

20 Aralık 2012 Perşembe 04:38
Li Amedê 44 sazî û partiyên kurd ji bo hesaba Roboskiyê bipirsin, biryar girtin çalakiyên hevpar li dar bixin. Di 28’ê berfanbarê de ji gelek bajarên kurdan dê bi hezaran kes berê xwe bidin Roboskiyê.

Li Amedê BDP, KADEP, OSP, EMEP, ESP, HDK, KCD; DDKD, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê, Înîsiyatîfa Azadiyê, KMM û Mazlum-Der jî tê de 44 sazî û dezgehên kurdan li avahiya KCD’ê civînek li dar xist. Piştî civînê biryara derbarê bûyera Roboskiyê de bi civîneke hevpar a çapameniyê hate aşkerakirin. Berdevkê KCD’ê Edîp Yaşar, li ser navê beşdaran diyar kir wan di civînê de bi armanca salvegera komkujiya Roboskiyê gelek biryarên hevpar standine. Yaşar, destnîan kir ew ê heta 28’ê berfanbarê li gelek meş, daxuyanî, civîn û çalakiyan li dar bixin. Yaşar, da zanîn ku ew ê di 27’ê berfanbarê de li Amedê daxuyaniyeke mezin bidin çapameniyê û ew ê ji Dortyola Baglarê heta Parka Koşuyoluyê meşek li dar bixin. Yaşar, got ew li bendê ne 50 hezar kurd tevli vê meşê bibin û wiha axivî: “Di nava salekê de hikûmeta AKP’ê di şûna kujeran bidarzîne de, gotinên ku kurdan biêşîne bi lêv kir. Daxuyaniyên AKP’ê birînên kurdan kûrtir kir.”

Serokê DDKD’ê Îmam Taşçier jî destnîşan kir wan bi hemû reng û dengên kurdan biryara çalakiyên hevpar daye û ew ê tu caran Roboskiyê nedin jibîrkirin. Seroka BDP’a Amedê Zumeyde Zumrut jî banga tevlibûna çalakî, meş û daxuyaniyan li xelkê kir.

HAK-PAR di civînê de tunebû

Di dema civîna çapameniyê de balkêş bû Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) tunebû. Rûdawê ji beşdaran pirsa “Gelo çima HAK-PAR tune ye?” kir, lê kesên daxuyanî dan ev pirs bê bersiv hiştin.(Rûdaw)

Diğer Haberler