Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Ji 59 SCS’yan Bang: Şerî Rawestînin!

Ji 59 SCS’yan Bang: Şerî Rawestînin!

04 Ağustos 2010 Çarşamba 15:57
Di nav vê pêkhatê de, gelek komeleyên çepgir û rastgir ên wekî Cemiyeta Belavkirina Zanistê, Eğitim-Bir-Sen, Eğitim-Sen, KESK, Komeleya Çirûska Hêviyê hene.
Tevgera Lihevhatina Civakî ya Bo Aştî û Biratiyê (BAKAH) ku pêkhateya 59 Saziyên Civaka Sivîl (STK) ya Wanê ye, bal kişand ser xetimîna di pirsa kurd de û xwest ji bo diyalog dest pê bike pevçûn û operasyon bêne rawestandin.

Endamên BAKAH'a ku îro li Kuçeya Hunerê ya Wanê hatin ba hev, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di nav vê pêkhatê de, gelek komeleyên çepgir û rastgir ên wekî Cemiyeta Belavkirina Zanistê, Eğitim-Bir-Sen, Eğitim-Sen, KESK, Komeleya Çirûska Hêviyê hene.

Nur Mehmet Güler, li ser navê tevgerê daxuyanî bi Kurdî û Tirkî xwend û bal kişand ku îktîdar bo çareserkirina pirsa kurd gelekî jidil nîne.

Guler, bi bîr xist ku divê pirsa kurd li Tirkiyeyê bi serê xwe bête nirxandin û anî ziman ku hikûmetê berê ev pirs bi navê "pêşîvekirina kurd" piştre jî wekî "Yekitiya Neteweyî" guhertiye, ev jî bêsamimiyeta wan dide pêş û weha got, "Hikûmet ji bo çareserkirina vê pirsê divê riska herî giran li ber çav bigire û demildest bo çareseriyê gavên berbiçav bavêje."

Guler, destnîşan kir ku xelkê Tirkiyeyê bi salan e ji ber vê pirsgirêkê bi maddî û manewî gelekî şikestiye û bang kir ku alî demildest dawî li şîddetê bînin.

Mehmet Güler, anî bîrê ku cenazeyên gerîllayan tên hilhilandin û dixwazin bi vî awayî zemîna lincê çêkin û xwest ku bo zemîna diyalog û çareseriyê çêbe, dawî li xwînrijiyê bê anîn û bang li PKK'ê kir ku biryara bêçalaktiyê û TSK jî biryara rawestandina operasyonan bigire.

Guler, piştî daxuyaniyê, da zanîn ku BAKAH pêkhateya ji hemû bîr û rayên cuda ye û bi bîr xist ku hejmara wan a berê 35 bû niha bûye 59.

AKnews

Diğer Haberler