Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji 76 SCS’ên Sêrtê Banga ’Erê’

Ji 76 SCS'ên Sêrtê Banga 'Erê'

11 Ağustos 2010 Çarşamba 00:03
76 Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) ku li Sêrtê xebatên xwe dimeşînin, ji bo referanduma 12'ê îlonê banga "erê" li gel kir.
76 Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) ku li Sêrtê xebatên xwe dimeşînin, ji bo referanduma 12'ê îlonê banga "erê" li gel kir.

Serokê Sendîkaya Egitim Bir-Senê Omer Arslan ku li ser navê SCS'ên di bin navê "Platforma Piştgiriya Destûra Bingehîn a Sivîl" civiyane, daxuyanî da, got ku di bingeha hemû pirsgirêkan de wesayeta li ser demokrasiyê heye. Asrlan wiha got:

"Ev pakêta guherînê, her çiqas daxwaza ji bo destûreke bingehîn a sivîl bi cî neyne jî, di wê mijarê de gaveke baş e. Ev guherîna ku em ji bo destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk pêşeng dibînin divê ji hêla hemû kesên hêviya wan destûreke bingehîn a sivîl e ve bê destekirin."

Li gorî nûçeya CHA'yê, Arslan got, "Li hemberî yên dixwazin yekîtiya Tirkiyeyê xira bikin û îqlîma biratiyê xira bikin divê em bi bîr bînin ku cudahiya rengan a li welat ne cudaker lê şahiya rengan e."

Di daxuyaniya hevpar de hate gorin ku "12'ê îlonê dê bibe roja rizgariya ji zîhniyeta wesayetxwaz û welayetxwaz."

AKnews

Diğer Haberler