Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji 763 saziyên sivîl bangewazî: Tecrîda li ser Ocalan rakin

Ji 763 saziyên sivîl bangewazî: Tecrîda li ser Ocalan rakin

25 Temmuz 2012 Çarşamba 18:16
Nûnerên 763 saziyên sivîl ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li hikûmeta AK Partiyê kirin û xwestin ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.

Ev salek e hikûmet nahêle bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bên. BDP û KCD ev demeke dirêj e hewl didin vê mijarê di rojevê de bihêlin û di raya giştî de bidin nîqaşkirin. Lê gelek caran mex û xwepêşandanên BDP û KCD’ê yên derbarê vê yekê de rastê qedexeyê tê. BDP û KCD û gelek saziyên sivîl ji vê rewşa tecrîdê nerazî ne û dixwazin Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê derxin û di malekê de bê girtin. Piştî vê hemleyê jî dixwazin Ocalan bê azadkirin. Lê hikûmet jî gelek caran bi daxuyaniyên xwe aşkera kir ku heta PKK dev ji çekan bernede ew ê daxwazeke wiha qebûl nekin. Ev rikberî û têkoşîna di navbera hikûmet, BDP û KCD’ê de didome. Herî dawî di 14’ê tîrmehê de BDP û KCD’ê xwestibûn ji bo rakirina tecrîda Ocalan li Amedê mitîngeke ku ji milyonek kesî pêk tê çêbikin û ev mitîng rastê mudaxaleyeke tund a polîsan hatibû. Saziyên sivîl dev ji vê daxwaza xwe bernadin.

Ji bo ku bal bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser navê 763 saziyên sivîl ên herêmê, li baxçeyê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) daxuyaniyeke hevpak pêk hat. Li ser navê 763 saziyên sivîl ên herêmê Serokê Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Amedê Racî Bîlîcî axivî. Bîlîcî, diyar kir weke herdem pêdiviya wan bi aştiyê heye û ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet, gelek peywir dikevin ser milê herkesî. Bîlîcî, bal kişand bi lêkdanê pirsgirêka kurd çareser nabe û ji bo çareseriyê pêdivî bi axaftin, nîqaş û muzakereyê heye. Bîlîcî, wiha axivî:

“Ji bo muzakereyê jî pêdivî bi diyalogê heye. Diyalog jî encax bi muxatabên wê re çêbibe. Ji bo ku diyalog pêk bê, em dizanin pêdivî bi hawirdoreke bê pevçûn heye. Ji bo ku ev yek pêk bê, em bang li hemû kesî dikin û em dixwazin berpirsyariya xwe bizanibin û wê berpirsyariyê bigrin ser milê xwe.”

Bîlîcî, da zanîn ji bo muzakereyan pêdivî bi aktorên tesîrdar heye û aktorê herî bi tesîr jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Bîlîcî, bi bîr xist ev salek e nahêlin Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û wiha berdewam kir: “Ji bo ku hewayeke baş a siyasî çêbibe û pêvajoyeke nû dest pê bike, em bang li hikûmetê dikin ku bikeve nava hewldanan. Bila demildest pêşiya hevdîtina Birêz Ocalan û parêzerên wî veke. Ji bo ku bikaribe rola xwe ya di pêvajoyê de bi cih bîne, pêwîst e şert û mercên wî bên sererastkirin.”

Rûdaw

Diğer Haberler