Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji Almanya 10 pirsên derbarê Kurdan de!

Ji Almanya 10 pirsên derbarê Kurdan de!

18 Temmuz 2012 Çarşamba 12:54
Tevî endamên Meclîsa Federal a Almanyayê, parêzvanên mafên mirovan û zanyaran, komek Alman nameyek ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Tirk Abdullah Gul û Meclîsê re nameyek şandin.

Berlin - Tevî endamên Meclîsa Federal a Almanyayê, parêzvanên mafên mirovan û zanyaran, komek Alman nameyek ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Tirk Abdullah Gul û Meclîsê re nameyek şandin û xwestin ku Şaredarê Wanê Bekîr Kaya tavilê serbest bê berdan. Rewşembîrên Alman der barê girtina Kaya û alîkariya ji bo erdheja Wanê 10 pirs pêşkêşê hikûmeta Tirk kirin.

Tevî 5 endamên Meclîsa Federal a Almanyayê yên ji Partiya Çepgir, komek rewşembîrên Alman nameyek ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Tirk Abdullah Gul û Meclîs Tirkiyeyê re şand. Rewşembîran bi bîr xistin ku tevî girtinên li Wanê, li bajarên Kurdan 32 şaredar hatine girtin û bal kişandin ku ev girtin li dijî demokrasiyê ne. Îmzeya van kesan li binê nameyê hene:

Endamên Meclîsa Federal Andrej Hunko, Heidrun Dittrich, Ulla Jelpke, Ingrid Remmers, Harald Weinberg, Endama Meclîsa Eyaleta Hamburg Cansu Ozdemir, Endama Meclîsa Hessenê Barbara Cárdenas, Endama Meclîsa Şaredariya Nürnbergê Marion Padua, Rêrveberê Partiya Çepgir ê Eyaleta Saksonyaya Jêrîn Yilmaz Kaba, Martin Dolzer (civanknas), Endama Rêveberiya Partiya Çepgir a Eyaleta NRW Hamide Akbayir, Dr. Peter Strutynski (Lêkolînerê aşitiyê), Dr. Werner Ruf (lêkolînerê aşitiyê), Britta Eder (parêzer) û Prof. Dr. Norman Paech (parêzvanê mafê mirovan).

'ALMANYA BI GUMAN BÛYERAN DIŞOPÎNE'

Rewşembîran dan zanîn ku heta niha jî Wan ji bandorên erdhejê rizgar nebûne û got; “Herî dawî Endama Meclîsa Şaredariya Nurnbergê Marion Padua çû herêmê û çavdêriyên xwe nivîsand. Li gorî tiştên wê gotine, heta niha nêzî 10 hezar kes pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Ger şaredarê bajarek wiha pêwîstiya gelê wê bi alîkariyê hebe, were girtin, ev yek mirovan dixe nava gumanan."

Rewşembîran bal kişand tu delîlên ku bibe sedema girtina Kaya tune ne û ev bang kirin: "Ew di asta federal de bi guman li van fikaran dimeyzînin. Em dixwazin şaredar hemû serbest bên beran. Pêşketineke wiha dê feydeyek mezin bide pêvajoya aşitî û demokrasiyê.” Di nameyê de ev pirs hatin pêşkêşkirin:

1.Birêz Bekîr Kaya çima hat girtin?

2. Şaredarên hatine hilbijartin çawa tên girtin? Gelo tiştek wiha li gorî hiqûqa Tirkan e? Ma ev tablo pevçûnan dijwatir nake?

3. Bi taybet çima şaredarên herêma erdhejê hatin girtin?

4. 8 parlementerên 2011 de hatin hilbijartin çima heta niha di girtîgehê dene?

5. Gelo girtina 1 hezar, rojnamevan, parêzer û siyasetmedarên Kurd girêdana xwe bi hilbijartinên şaredariyê yên sala 2009 re heye?

6. Hikûmeta Tirk li Wanê alîkariyek çawa dide mexdurên erdhejê?

7. Heta niha amûrên alîkariyê hatine şandin?

8. Gelo berpirsê belavkirina alîkariyê Walî ye?

9. Ger Walî be, çima heta niha nehatine belavkirin?

10. Gelo avahiyên li herêmê ziyan dîtin, bi du sîstemên bihayên cûda hatin çêkirin? Ma li van herêman tercîhên siyasî esas hatin girtin?

ANF

Diğer Haberler