Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji Barzanî peyama cejna Remezanê

Ji Barzanî peyama cejna Remezanê

20 Ağustos 2012 Pazartesi 22:40
Barzanî di peyama pîrozbahiyê ya cejna Remezanê de hêvî xwest ku Kurdistan bikeve qonaxekî nû ya avakirin û vejandinê de.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama pîrozbahiyê ya cejna Remezanê de hêvî xwest ku Kurdistan bikeve qonaxekî nû ya avakirin û vejandinê de.

Teksta peyama Serokê Herêma Kurdistanê

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Ez bi boneya hatina cejna Remezanê ya pîroz, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî tevahî Misilmanên Iraq, cîhan bi giştî û Misilmanên Kurdistanê, aliyên siyasî û malbatên tevayî şehîdan dikim.

Ji Xwedayê Mezin hêvîdarim rojî û ta'et û îbadeta meha Remezanê, meha xêr û bereketê li hemû Misilmanan wergirtibe‌ û ev cejin bibe sedema xêr, xweşî û pêkanîna hêvî û armancên zêdetir ên gelê me û Kurdistan jî bikeve qonaxêkî din a avakirin, binyadnan û pêşxistina giyanê birayetî, tebayî û bi hev re jiyankirin û pêkanîna mafê destûrî û derbasbûna ji hemû pirsgirêk û pejirandina Iraqekî Federal û Demokrat.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

Diğer Haberler