Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
”Ji bo çareseriya pirsa kurd em amade ne”

"Ji bo çareseriya pirsa kurd em amade ne"

24 Ocak 2013 Perşembe 19:03
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku pirsa kurd li Tirkiyê siyasî ye û wiha axivî: “Ji bo çareseriya siyasî ya pirsa kurd ji me bê xwestin em amade ne bikin.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro (24.01.2013) piştî civîna bi wezîrê derve yê Bulgaristanê re ji rojnamevanan re axivî.

Barzanî li bara hewlên çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê de diyar kir ku pirsa kurd li Tirkiyê pirsek siyasî ye ne serbazî.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ji ber wê jî divê bi şêwazên siyasî bê çareserkirin û wiha axivî: “Ji bo vê yekê ji me bê xwestin em amade ne bikin.”

Herêma Kurdistanê beriya niha jî piştevaniya xwe li hember hevdîtinên navbera dewleta Tirkiyê û rêberê PKK, Abdullah Ocalan nîşan dabû.(Rûdaw)

Diğer Haberler