Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji bo doktorên siberojê dersên kurdî tên dayin

Ji bo doktorên siberojê dersên kurdî tên dayin

25 Eylül 2012 Salı 19:33
Zanîngeha Dîcle ya Amedê da zanîn ku ew ên dersa hilbijartî ya kurdî bidin xwendekarên beşa Fakulteya Tibê.

Biryar di merciyên pêwist ên Zanîngeha Dîcleyê re derbas bû û di sala nû ya akademîk de wê cîhbicîh bibe. Xwendekarên pola yekemîn ên beşa tibê yên Zanîngeha Dîcleyê wê bikaribin hefteyê 2 rojan beşdarî dersên kurdî bibin. Herwiha hate diyarkirin ku daxwaz hebe, zanîngeh amade ye ku kursa zimanê kurdî jî ji bo doktorên li herêmê veke. Sedemê vê yekê jî wekî daxwaza sivikirina diyaloga di navbera doktorên li herêmê bi kurdî nizanin û nexweşan hate de diyarkirin.

Bingeha projê ji mêj de hatibû avêtin

Di meha hezîranê de Alîkarê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê, Prof. Dr. Aslan Bîlîcî di hevpeyvînek ji bo Rûdawê de di derbarê mamosteyên pispor yên zimanê kurdî de ev agahdarî dabûn: "Ji bo vê yekê çûm Hewlêrê, çûm serdana Zanîngeha Selahedîn û Zanîngeha Dihokê. Li Dihokê bi rektor û rêveberên zanîngehê re axivîm. Ew jî germ nêzik bûn. Lê pirsgirêkeke wiha heye; em li vir alfabeya latînî, ew jî li wir alfabeya erebî bi kar tînin. Em heman alfabeyan bi kar nayînin. Piştre em hîn bûn ku 75 sal in li Fransayê, li Zanîngeha Sorbonnê Beşa Kurdolojiyê heye û perwerdehiya bi kurdî tê dayîn. Em bi serokê beşa kurdî ya Sorbonnê re axivîn. Ew jî hate serdana zanîngeha me".

Armanc gihandina akademîkaran a bi kurdî ye

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kiribû ku wan bi Zanîngeha Sorbonnê re protokol îmze kiriye û ew dixwazin ji bo gihandina xwendekaran kesên doktora kirine bigihînin. Dû re jî ew ê akademîsyen, alîkar doçend, profesoran li Zanîngeha Sorbonnê bigihînin û li Zanîngeha Dîcleyê bi cih bikin. Mamosteyên wan wê biçin li wê derê perwerdehiya xwe ya hewce dike temam bikin û vegerin li li Amedê û dest bi dersên kurdî bikin û ev agahdarî lê zêde kiribûn: "Piştre em ê jî weke hemû zimanên din, di beşa kurdî de jî bernameyên lîsansa bilind û bernameyên di ser lîsansê re vekin. Zanîngehên Mûş, Mêrdîn, Hekarî jî di nava hewldanan de ne. Dem wê bê, em ê wan hemûyan bikin yek û bi awayekî xurtir perwerdehiya ziman û wêjeya kurdî bidin."(Rûdaw)

Diğer Haberler