Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji derhênerên frensî filmê ’Ez Kurdim’

Ji derhênerên frensî filmê 'Ez Kurdim'

30 Ağustos 2012 Perşembe 15:37
Antoine Laurent û Nicolas Bertrand di belgefilma kişandine de ber bi Tirkiya îro ve rêwîtiyek dikin û nasnameya Kurdan a ku li Tirkiyê tê înkarkirin û bindestiya gelê Kurd tînin ziman

Promiyera filmê bi navê “Ez Kurdim” ê ku ji aliyê derhênerên frensî Antoine Laurent û Nicolas Bertrand ve hatiye kişandin di 6’ê îlonê de pêk tê. Promiyera filmê 'Ez Kurd im' dê li berbajarê Bagnolet a Parîsê li Salona Cin'Hoche de pêk bê.

Antoine Laurent û Nicolas Bertrand di belgefilma kişandine de ber bi Tirkiya îro ve rêwîtiyek dikin û nasnameya Kurdan a ku li Tirkiyê tê înkarkirin û bindestiya gelê Kurd tînin ziman. Di film de 3 jin dileyîzin. Fîdan, Angel û Asli. Du ji vana Kurd in û yek jî Tirk e. Derhêneran hewl dane ku bi rêya van karekteran portreya gelekî, bi hemû rengînî, yekitî, wêrekî û hewldanên Kurdan ên ji bo serkeftinê tîne ziman. Di danasîna fîlm de portreya “Yên ku ji bo wan ji bilî berxwedanê tu rêyek din nemaye” tê vegotin.

Fîlmê 'Ez Kurdim', bi helbestî, stran, dîmen û şahidên xwe nêrîneke hêstewar û mirovane ya ji bo têkoşîna gelê kurd pêşkêş dike. Di danasîna film de gotina “Berxwedan navê din ê jiyanê bû” ya nivîskar-rojnamevanê Kurd Mûsa Anter ê ku hate qetilkirin balê dikişîne ser xwe. Piştî promiyera fîlm dê kokteylek bê dayîn û ekîba fîlm dê tevlî vê kokteylê bibe.(Rûdaw)

 

Diğer Haberler