Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Ji hevdîtina Zanayê tişteke erênî derkeve em ê piştgirî bidinê’

'Ji hevdîtina Zanayê tişteke erênî derkeve em ê piştgirî bidinê'

01 Temmuz 2012 Pazar 17:50
Demîrtaş, destnîşan kir ku ger ji hevdîtina Erdogan û Zanayê gaveke erênî derkeve, ew amade ne piştgirî bidin wê pêvajoyê.

Hevserokê BDP’ê yê Selahattîn Demîrtaş, li ser gotinên “Gelo Ocalan li Îmraliyê nîn e?”, diyar kir ku Ocalan 13 sal in li Îmraliyê di odeyeke 10 metrekare de, di bin îşkenceyê de ye. Demîrtaş, destnîşan kir ku ger ji hevdîtina Erdogan û Zanayê gaveke erênî derkeve, ew amade ne piştgirî bidin wê pêvajoyê.

Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana ku di nava kurdan de bû sembol û ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve hêjayî xelata aştiyê hate dîtin, bi hevpeyvîna xwe, mohra xwe li rojeva kurd û tirkan xist. Piştî hevpeyvîna Zanayê, Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daxwaza randevûya Zanayê bi erênî bersivand û duh pê re hevdîtin pêk anî. Di demeke wiha de, dê di 14’ê tîrmehê de li Amedê mitînga bi navê “Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk” tê lidarxistin. Mitîng dê ji aliyê BDP û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve bê lidarxistin û mitînga herêmê be. Ji ber vê yekê li hemû bajarên kurdan û Tirkiyeyê ji bo ku tevlibûneke xurt pêk bê, xebat tê meşandin. BDP dixwaze girseyeke bi qasî Newrozê di mitîngê de kom bike û peyameke xurt bide hikûmetê.

Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, derbarê mitîngê de, li avahiya KCD’ê civîneke çapameniyê pêk anîn. Aysel Tuglukê di axaftina xwe de, bal kişand ser wê yekê ku şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didomin û wiha got: “Em tam di demeke wiha de mitîngeke dîrokî li dar dixin. An ev mesele dê bi diyalog û muzakereyê çareser bibe yan jî dê kurd ji bo bidesxistina mafên xwe yên demokratîk û rewa, bi berxwedana xwe çareseriyê bînin.” Tugluk, destnîşan kir ku pirsgirêka kurdan a muxatabiyetê tune ye û kurdan jixwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji xwe re weke muxatab hilbijartine. Tugluk, got bêyî PKK û BDP’ê tu pirsgirêk nikarin çareser bibin.

Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş jî di axaftina xwe de da zanîn ku ew ê bi vê mitîngê hêz û îradeya gel nîşan bidin û wiha got: “Me bi hev re dît ku xwepêşandan û meşên hatine kirin, pankartên ku di mîtîngan de hatine vekirin û dirûşmên ku hatine qêrîn, ne beredayîne. Ev mitîng dê bi atmosfera Newrozê û bi wê girseyê pêk bê. Divê hemû gelê me beşdarî vê mitîngê bibe.” Demîrtaş, li ser pirsa rojnamevanan a “Gelo Ocalan ne li Îmraliyê ye?” bersiveke wiha da: “Birêz Ocalan ev 13 sal in li Îmraliyê, di odeyeke deh metrekare de, di bin îşkenceyê de dijî. Birêz Ocalan di rewşeke wiha de li ber xwe dide.”

Demîrtaş, li ser pirsên hevdîtina Erdogan û Zanayê de jî wiha axivî: “Em hêvî dikin ku ev hevdîtin bi xêr be. Ger di vê hevdîtinê de ji bo çareseriyê gaveke erênî derkeve, em ê jî piştgiriyê bidinê. Jidilahiya Erdogan, dewlet û hikûmetê ya li hemberî protokolan dê jidiliya wan a çareseriyê nîşan bide.” Demîrtaş, xwest careke din hevdîtinên Osloyê dest pê bike.

Gültan Kışanak jî di axaftina xwe diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêka herî mezin e û got dema çareseriya pirsgirêkê hatiye. Kişanak, da zanîn kî çareserkirina vê pirsgirêkê di vê demê de taloq bike dê li hemberî dîrok û gelan xiyanetê bike û ew dixwazin ji bo çareseriyê demildest gav bêne avêtin.

Rûdaw

Diğer Haberler