Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji ”Komîteya Piştgirîya Kurdên li Sûryê” daxuyani

Ji "Komîteya Piştgirîya Kurdên li Sûryê" daxuyani

07 Temmuz 2012 Cumartesi 17:13
Komîteya Piştgirîya Kurdên li Sûryê, herweha bi balkêşî bûyer û rûdanên li Sûryeyê dişopîne.

Ji bo çapmenî û rayagiştî!

Komîteya Piştgirîya Kurdên li Sûryê, sala par meha temmuzê ji aliyê hinek partî û rêxistinên sîyasî û şexsiyetên serbixwe ve hatibû damezrandin, dest bi xebatê kiribû û herweha bi balkêşî bûyer û rûdanên li Sûryeyê dişopîne.

Di rojên 2-3yê tîrmeha 2012 de, li Kahîreya paytextê Misrê, bi serpereştiya rêxistina Yekîtiya Arebî konferansek hate sazkirin ji bo qewîkirina hêz û rêza opozîsyona(muhalefeta) dijî rejîma Baas a Beşar Esad. Li ser navê kurdên li Sûryeyê; Encûmena Netewî ya Kurd li Sûryê(ENSK), Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê(PYD), Tevgera Pêla Paşerojê, Yekîtîya Hêzên Demokrat tevlî konferansê bûn. Piştî îstişare û gengeşîyên du rojan, encamnemeyek hate belavkirin ku têde qet behsa mafên neteweyî yên kurd nehatiye kirin, tenê di çarçova hemwelatîyê de behsa mafên demokratî yê gelên li Sûryeyê hatiye kirin. Ji ber vê yekê, ji xeynî gruba Yekîtîya Hêzên Demokrat, hemû grubên din ên kurd komcivînê şermezar kirine û jê hilkişyane.

Em dibînin ku bi zixt û dijraberîya Turkiye, Erebîstana Sûûdî, Qetar û beşên şovenîstên nav Konseya Netewî ya Sûryê, mafên netewî yên kurdên li Sûryê nehatine qebûlkirin û di encamnameya konferansê de jî qet behsa vê yekê nebûye. Ev helwest, dê muhalefeta Sûryê lawaz bike û herweha jî emrê rejîma Baas dirêj bike.

Di vê mijarê de nakokîya helwesta û siyaseta Turkiyê, gelek bi aşkerayî dîyare û nemimkune ev bête qebûlkirin. Turkiye ji alîkî ve nemeşrûbûna rejîma Baas îlan dike, ji alîyê din ve jî piştgirî sîyaset û helwesta Konseya Netewî ya Sûryê dike, ku ew jî naxwazin Kurdên li Sûryeyê di çarçoveya hiquqa navnetewî de bibin xwedî statuyekî. Bi vê awayê, dîyar dibe ku Turkiye dixwaze sîyaseta navxweyî ya derbarê kurdan, îxracê Sûryeya piştî Beşar Esad jî bike.

Nemimkune di Rojhelatanavîn de  bêstatubûna kurdan berdewam bike û divê neke jî. Rewşa kurdên bakurê Kurdistanê û rewşa kurdên rojavayê Kurdistanê( li Sûryeyê), çawa ku pirsgirêka herî mezin a dewletên serdest e, herweha astengekî herî girîng ê pêşberê meşrutiyetîya wan e jî. Divê Turkiye dev ji ev helwesta xwe ya neyînî ya li hemberê kurdên navxwe û kurdên li Sûryeyê berde, piştgirîya daxwazên hevpar ên nûnerên meşrû yên kurdên li Sûryeyê bike û ji bo vê yekê jî giranîya xwe ya li ser muhalefeta Sûryeyê bikarbîne.

Divê muhalefeta Sûryê jî li hemberê zixtên şovenîstên ereb, dewletên herêmî û Turkiyeyê serê xwe nedayne, li ser bingeha meşrûtiyet û hiquqa navnetewî daxwazên kurdên li Sûryeyê qebûl bike. Helwestekî berovajî vê, dê emrê rejîma Baas a Sûryê dirêj bike û herweha dê xusar bide doza rewa ya gelê Sûryê jî.

Em vê nêrîna xwe pêşkêşî hemû alîyan dikin û bi taybetî jî dixwazin bala muhalefeta erebî ya Sûryê bikşînin li ser vê yekê. Herweha dixwazin rayagiştî û her kesê ku bawerî bi hiquqê dike, dijraberê rejîma Baas dengê xwe bilind bikin.

Komîteya Piştgirîya Kurdên Li Sûryê

Diğer Haberler