Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji nivîskara Kurd 3 roman

Ji nivîskara Kurd 3 roman

01 Eylül 2010 Çarşamba 19:41
Romana nivîskara kurd Gulgeş Deryaspî ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê rûdine, ya bi navê "Tariya Bi Tav" ji weşanên Doyê derket.
Romana nivîskara kurd Gulgeş Deryaspî ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê rûdine, ya bi navê "Tariya Bi Tav" ji weşanên Doyê derket.

Nivîskara ku geşedanên derbarê nasname û azadiyan de yên li Iraq, Îran, Sûriye û Tikriyeyê bandor lê kirine, piştî 2002'yan dest bi nivîsandina romanên bi zimanê xwe kir.

Deryaspî ku 3 romanên kurdî nivîsandine, ronama xwe ya pêşî "Tariya Bi Tav" di herîzana 2010'an de ji weşanên Doyê weşand.

Di pirtûka 475 rûpelî ya ku jiyaneke rastî vedibêje de, çîroka şivanekî kurd kubûye cerdevan û ji gelê xwe bi dûr ketiye vedibêje. Di pirtûkê de tê vegotin ka cerdevanê ku piştî mirina birayê xwe yê wekî wî cerdevan êşa şer zêdetir di dilê xwe de hîs dike û dev ji cerdevaniyê berdide, çawa ji nava civakê tê derkirin.

Gulgeş Deryaspî ku daxuyanî da AKnewsê, got ku xwestiye nakokiyên kurdan ên têkoşîna zadiyê didin û travmaya wan nîşan bide û vê bi vegotina jiyaneke rastîn pêk aniye.

romanNivîskarê anî ziman ji ber ku tiştên divê ji bo kurdan bên kirin li holê ne lê kes û kom cuda tevdigerin, navê pitrûka xwe daniye Tariya Bi Tav, got ku ew du romanên din jî ji bo weşanê amade dike.

Deryaspî ku diyar kir ew yekemîn jina kurd e ku roman dinivîse, wiha got:

"Kesê nku dixwazin gelê wan azad bibin, divê bi zimanê xwe yê zikmakî binivîsin, biaxivin û biramin. Ev têkoşîna azadiyê ya herî baş e û mîlîtaniya herî baş e. Têkoşîna azadiya kurd û rola jinan a di vê têkoşînê de bandor li min kir û ji ber vê min dest bi nivîsandina romana kurdî kir. Ji bo hemû kurdên ku dikarin bixwînin û binivîsin, bi taybetî jî ji bo jinan pêşniyara min ew e ku bila bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin."

Deryaspî anî ziman ku bavê wê yê mele jî ji bo nivîsandina romanê gelekî piştgirî dayê.

AKnews

Diğer Haberler