Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji Orhan Pamuk Re Xelata Sonningê

Ji Orhan Pamuk Re Xelata Sonningê

28 Ekim 2012 Pazar 08:07
Xelata çandê ya herî nnezin ya Danîmarkayê Orhan Pamuk girt.

Nivîskar Orhan Pamuk xelata Sonningê ya ku bihayê wê milyonek kron e, li zanîngeha Kopenhagê ji destê rektorê zanîngehê Ralf Hemmingsen girt.

Pir jimar nivîskar, akademîsyen, diasporaya Ermenî û cîgirên civaka Tirk beşdarî merasîma xelatê bûn. lê ne balyoz ne jî alîkarê balyozê Tirkiye beşdarî merasîmê nebûn. Balyoz Berki Dibek got jê re dewet nehatiye. ger bihata dê beşdar bibiya.

Merasim bi axvtina rektor Ralf Hemmîngsen destpê kir. Hemmîngsen di axavtina xwe de got, ev xelat ji bo kesên çanda Avrupayê xurt dikin re tê dayîn. Orhan Pamuk jî bi berhemên xwe çanda Avrupayê xurt kiriye.

Beriya Orhan Pamuk 33 nivîskar, hunermend, rewşenbîrên ku Winston Churchill, Bertrand Russell, Albert Scweitzer, Niels Bohr, Laurence Olivier, Dario Fo, Günter Grass, Vaclav Havel veKrzysztof Kieslowski jî din av de, vê xelatê wergirtine. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler