Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji Serê Kaniyê Dengê Top Û Çekan Tê

Ji Serê Kaniyê Dengê Top Û Çekan Tê

19 Kasım 2012 Pazartesi 19:19
Ji Serê Kaniyê dengê top û teqînan tê, li Ceylanpinarê gel di xurfê de ye.

Li navçeya Serê Kaniyê, ku cîranê navçeya  Ceylanpinara  Şanliurfayê ye, di navbera hêzên mixalîf û artêşa sûrî de, nêzî hefteyekê, pêvçûn qewimîbû.

Roja pênçşemê, pêvçûn qewimîn, lê îro dîsa, ji Serê Kaniyê, dengê top û çekan hat. Hat zanîn ku pêvçûn, di navbera komên Kurd û mixalîfan de, dest pê kiriye.

Ji ber şer û pêvçûnan koçkirin jî, berdewam e. 17 sûriyiyên birîndar yên di pêvçûnên li İdlibê de birîndar bûn, ji nêzî navçeya Reyhanliya Hatayê anîn Tirkiyeyê.

Birîndaran, rakirin Nexweşxaneya Dewleta Reyhanliyê û girtin bin tedawiyê. Yek ji birîndaran, digel hemî hewl û xebatan nehat xilaskirin. 

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler