Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji Tutu Bo Erdogan Nameya Pirsgirêka Kurd

Ji Tutu Bo Erdogan Nameya Pirsgirêka Kurd

11 Ağustos 2010 Çarşamba 12:07
Keşeyê ji Afrîkaya Başûr Desmond Tutuyê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re nameyek nivîsandiye û xwestiye ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hêza xwe bi kar bîne.
Keşeyê ji Afrîkaya Başûr Desmond Tutuyê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re nameyek nivîsandiye û xwestiye ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hêza xwe bi kar bîne.

Serekşêwirmendê Desmond Tutu, Matthew Esau, ji bo ku nameyên bi dest teslîm bike, duhî bi parlamenterê Înglistanê Jeremy Corbyn, Şaredarê berê yê Londonê Ken Livingstone, endamê Partiya Lîberal Demokrat Jonathan Fryer re çû Serbalyozxaneya Tirkiyeyê ya Londonê.

Li gorî nûçeya CHA'yê, rayedarên balyozxaneyê bi riya natorê li ber derî ji komê re ragihandine ku ew ê nameyê wernegirin.

Esau diyar kir ku wan ecêb dîtiye ku nameya Tutu nehatiye qebûlkirin, anî ziman ku ew dikarin bi riya posteyê nameyê bigihînin Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan.

Profesorê fexrî Serekpîskopos Desmond Tutuyê ku di nava koma "The Elders" (Koma Pîran) ya di nav de lîderên cîhanê yên berê jî hene de ye, di nameyê de ji Serokwezîrê Tirkiyeyê dixwaze ku pirsgirêka kurd çareser bike.

Serokê Koma The Eldersê ku di sala 2007'an de lîderê Afrîkaya başûr Nelson Mandela ve hate sazkirin û di nav de kesên wekî Sekreterê berê yê Netewryên Yekbûyî (NY) Kofî Annan, Serokê DYA'yê yê berê Jimmy Carter jî hene, ji ber helwesta Erdogan a ji bo Filistînê ya piştî êrîşa li keştiya Mavi Marmarayê pesnê wî dide.

Tutu di nameyê de xemgîniya xwe ya li hemberî gurbûna pevçûnên di navbera kurd û tirkan de tîne ziman û wiha dibêje:

"Rewşeke xemgîn e ku ji her du aliyan jî ciwanên bêguhen tên kuştin. Em ji cerebeyên xwe dizanin ku tu kes di rewşên bi pevçûn ên bi vî awayî de serkeftî dernakeve. Em rica dikin ku hûn wekî lîderê Tirkiyeyê, meqam û bandora xwe ji bo bidawîkirina vê pevçûnê bi kar bînin. Ev rewş dê ji bo parçeyên din nê Rojhilata Navîn ku di heman rewşê de ne, bibe hilpekînek. Ji ber sûdeke wisa dîrok dê we bi bîr bîne –çawa ku ji ber çareseriyeke bi riyên aştiyane anî Afrîkaya başûr Nelson Mandela bi spasdarî bi bîr tîne, dê we jî wisa bi bîr bîne. Hûn jî dikarin di dîrokê de heman pênase û rûmetî wergirin."

Serpîskopos Desmond Tutu diyar dike ku pêkan e pirsgirêka kurd bi hevdîtinên aştiyabe yên bi serokatiya gelê kurd re bê çareserkirin, diyar kir ku rêxistina mafên mirovan a li Afrîkaya Başûr KHRAG (Kurdish Human Rights Action Group – Koma Çalakiyan a Mafên Mirvan ên Kurdan) dikare ji bo çareseriya pirsgirêkê bibe alîkar.

KHRAG'a ku navenda wê li Londonê ye, di 21'ê adarê de ji bo serbestberdana Ocalan kampanya dabû destpêkirin. Rayedarên kampanyayaê diyar dikin ku heta niha nêzî 40 hezar îmze berhev kirine.

AKnews

Diğer Haberler