Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ji Walîtiya Diyarbekirê afîşên kurdî

Ji Walîtiya Diyarbekirê afîşên kurdî

14 Mart 2012 Çarşamba 15:53
Walîtiya Diyarbekirê cara yekemîn îro derbarê bîranîna kesên ku li Çanakaleyê jiyana xwe ji dest dane, afîşên bi kurdî daliqand.

Diyarbekir 14 Adar  – Walîtiya Diyarbekirê cara yekemîn îro derbarê bîranîna kesên ku li Çanakaleyê jiyana xwe ji dest dane, afîşên bi kurdî daliqand. Di afîşan de nivîsa “Hembêzkirina me dê bibe cejna wan” cih girt.

Li Tirkiyeyê her sal di 18ê adarê de bi navê “Bîranîna Şehîdên Çanakaleyê” bîranîn tê lidarxistin. Îsal jî di vê çarçoveyê de afîş hatin amadekirin û li bîlboardan hatin daliqandin. Lê afîşên li Diyarbekirê bi kurdî û tirkî hatin amadekirin.

Cara yekemîn e ku Walîtiya Diyarbekirê bi kurdî afîşan çêdike û dialiqîne. Di afîşan de nivîsên “HEMBEZ KİRİNA ME, WE BİBE CEJNA WAN” û “BI SERKEFTINA CANAKKALEY’yE BİHEVGIRTINA DİLAN HATİYE BİDESXİSTİN” cih girt.

Afîşên bi kurdî yên Walîtiyê bala amediyên ku di ber walîtiyê re derbas dibûn, kişand. Balkêş e ku di afîşan de tîpa “W” jî hatiye bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiyeyê gelek kes bi hinceta ku tîpên “W”, “X” û “Q” bi kar anîne, hatin berdadkirin. Dadgeha Diyarbekirê duh jî afîşên Newrozê yên BDPê  qedexe kiribû.

AKnews

Diğer Haberler