Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Jinên her 4 beşên Kurdistanê li Hewlêrê kom dibin

Jinên her 4 beşên Kurdistanê li Hewlêrê kom dibin

21 Mayıs 2012 Pazartesi 06:19
Tê zanîn, yekemîn konferansa jinên kurd li bajarê Diyarbekirê hatibû sazkirin.

Endama lêjneya amadekariya konferansa jinan, Nasik Tofîq, diyar kir, konferansa neteweyî ya jinên kurd dê 22 Gulanê li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê bê sazkirin û dê 3 rojan bidome.

Nasik Tofîq, ji AKnewsê re got, konferansa neteweyî ya jinên kurd dê dusibe li bajarê Hewlêrê dest pê bike û dê rojan bidome.

Nasik, da zanîn, di konferasnê de, dê 186 jinên kurd ji her çar beşên Kurdistan û welatên Ewrûpa beşdar bibin ku 78 jin ji Herêma Kurdistanê, 55 ji Kurdistana Tirkiyê, 17 ji Kurdistana Sûriyê, 24 ji Kurdistana Îranê û 12 jin jî ji welatên Ewrûpa ne.

Li bara naveroka konferansê de, Tofîq, got, konferans dê li ser 3 bingehan bê sazkirin: nêrîna jinên kurd li hember pirsa neteweyî, arîşeyên civakî yên jinan û çareseriya wan û pêkanîna navendeke hevbeş bo jinên kurd û wiha pêde çû, her wiha dê komîteyek jî bo cîbicîkirin û lipeyçûna biryarên konferansê bê avakirin.

Tofîq, diyar kir, bûdceya konferansa jinan, 180 milyon dînar ji aliyê hikûmet û serokatiya parlamentoya Kurdistanê ve hatiye terxankirin.

Ji aliyekî din, seroka civata bilind a karûarên jinên Herêma Kurdistanê, Pexşan Zengene, ji AKnewsê re got, emê wek mêvan beşdarî konferansê bibin û dê piştevaniya biryar û karên konferansê bo xizmeta pirsa jinên kurd bikin.

Zengene, diyar kir, bi baweriya min divê li gorî taybetmendiyê her beş û devera Kurdistanê, pirsa jinên kurd bê nirxandin.

Tê zanîn, yekemîn konferansa jinên kurd li bajarê Diyarbekirê hatibû sazkirin.

AKnews

Diğer Haberler