Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
KADEP serokekî nû hildibijêre

KADEP serokekî nû hildibijêre

19 Ocak 2013 Cumartesi 12:47
Piştî mirina Parlamenterê Amedê Şerafeddîn Elçî, giregirên KADEP’ê civiyan û biryar dan partiya xwe li ser piyan bigrin û li ser riya Elçî bimeşin. Partî dê di nava mehekê de biçe kongreyê û serokê xwe hilbijêre.

Piştî mirina Serokê Giştî yê Partiya Beşdariya Demokratîk (KADEP) Şerafettîn Elçî, gelek derdor di wê baweriyê de bûn dê KADEP xwe fesih bike û partî belav bibe. KADEP di çavên gelek kesî de weke partiya takekesî ya “Elçî” dihate dîtin. Lê KADEP nayê girtin û dê li ser bîr û boçûnên Elçî riya xwe berdewam bike. Dîwana Serokatiyê û Meclisa Partiyê ya KADEP’ê di 12’ê rêbendanê de li Amedê civiyan û bi awayeke demborî ji xwe re Lutfî Baksî weke serok hibijartin. Li gorî qanûnên hilbijartinê û partiyên siyasî divê di nava 45 rojan de kongre pêk bê.

‘Me heta demekê pirsgirêka aboriyê çareser kir’

Serokê demborî yê KADEP’ê Lutfî Baksî ji Rûdawê re diyar kir wan dest bi xebata lidarxistina kongreyê kiriye û ew ê di demeke kin de bi awayeke serkeftî kongreya xwe pêk bînin. Baksî, got di vê demê de ew li bendê ne gelek kesên derdorên cuda jî tevlî partiya wan bibin û wiha got: “Pirsgirêkên me yên kadro û aboriyê hene. Di hêla aboriyê de me heta demekê çareseriyekê dîtiye. Hevalan fedekarî kirin. Têkiliyên me bi hinek derdoran re heye, em ê hew bidin wan jî bixin nava xwe. Piştî civîna me ya Dîwana Serokatiyê gelek telefon tên, eleqeyeke gelek mezin heye. Ew hêvî dide me ku di pêşerojê de em karibin partiya xwe xurt bikin. Kongre biryara vê yekê dide, tu şert û şirûtên me tune ye. Hemû kes weke şexs dikarin serlêdan bikin.”

‘Xeta me ya sor kurd û Kurdistan e’

Baksî, da zanîn ew weke partî li ser riya Şerafettîn Elçî di aboriyê de lîberalî, di jiyanê de demokrasî û diyalogê diparêzin û ew ji kurdan re jî weke statû federasyon dixwazin. Baksî, got ew ê di rojên pêş de hewl bidin daxwazên neteweyî yên kurdan bixin rojeva Tirkiyeyê û ev tişt gotin: “Em dixwazin bi rê û rêbazên sivîl daxwazên neteweyî yên kurdan bixin rojeva Tirkiyeyê û vê yekê di makeqanûnê de bidin bicihkirin. Yek ji xeta me ya sor ew e ku navê kurd û Kurdistan di makeqanûnê de hebe. Her wiha divê perwerdehiya bi kurdî hebe. Li Kurdistanê kurd divê xwe bi destê xwe bi rê ve bibin. Bi nasnameya xwe divê karibin partî û komeleyên xwe ava bikin.”(Rûdaw)

Diğer Haberler