Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike

Kanada piştevaniya Kurdistanê dike

08 Nisan 2017 Cumartesi 13:58
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.

Kanada biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê û her biryarekê derbikeve dike û dipejirîne.

Li gotarekê de ku di malpera OpenCanada de belav bûye, nivîskar û rojnamevanê Kanadî Michael Petro ragehandiye, serxwebûn xewneke kurdan a kevine, ku netewa herî mezin a bê dewletin li cîhanê û hejmara wan 30-40 milyon kes e.

Michael Petro amaje bi serkeftina Pêşmerge ya şerê dijî DAIŞê kir û wek ‘’Hêza herî bi bandor a bejayî’’ pênase kir.

Nivîskarê Kanadî ragehandiye ku, herçend serxwebûn ji aliyê gelê Kurdistanê ve tenê yek rêye bo seqamgirî û kar bo dikin jî, lê alîkariyên navnetewî di pêvajoya şerê dijî DAIŞê de ‘’Ew xewin bo kurdan hîn zêdetir anî asteke ku pêk bê.’’

Herweha behsa xebata serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya serxwebûnê dike, ku li bajarê Mehabadê li Komara Kurdistanê li dayîk bûye û dibêje; ‘’Li gor Barzanî ti kes û dewletek mafê serxwebûnê nade gelê Kurdistanê û xewna Barzanî jî dewleteke serbixwe ya Kurdistanê ye.’’

Nivîskarê Kanadî dibêje, ji ber hevpeymaniya nêzîk a Kanada li gel herêma Kurdistanê, gelê Kurdistanê her çi biryarekê bide, Kanada dê piştevanê wê biryarê be û dibêje: ‘’Li herêma Kurdistanê her çi biryarek bê girtin, Kanada dipejirîne.’’

BasNews

Diğer Haberler