Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
KCD Ji Bo ’Agirbesta Mayînde’ Civiya

KCD Ji Bo 'Agirbesta Mayînde' Civiya

21 Ağustos 2010 Cumartesi 19:42
Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo ku agirbesta PKK'ê ya heta 20'ê îlonê îlan kiriye veguhere agirbesteke mayînde, kete nava hewldanan.
Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo ku agirbesta PKK'ê ya heta 20'ê îlonê îlan kiriye veguhere agirbesteke mayînde, kete nava hewldanan.

Meclîsa Daîmî ya KCD'ê, bi serokatiya hevserokên wê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê, îro li Salona Konferansê ya Navenda Ciwanan a Çand û Hunerê civînke awarte ku dê 2 rojan dewam bike, li dar xist.

Di civînê de kesên kesên wekî Parlamentera Stenbolê ya BDP'ê Sebahat Tuncel, Parlamentera Batmanê ya BDP'ê Ayla Akat Ata, Parlamenterê Wan yê BDP'ê Ozdal Uçer, nivîskar Altan Tan, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan û serokê berê yê Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê Selçuk Mizrakli beşdar bûn.

Civîna ku endamê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Seydî Firat jî beşdar bû, ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Hate ragihandin ku biryarên hatine girtin dê 23'yê tebaxê roja duşemê bi civîneke çapemeniyê bên daxuyandin.

Li gorî agahiyên AKnewsê ji delegeyan wergirtine, di rojeva civînê de mijarên wekî; biryara agirbesta heta 20'ê îlonê ya PKK'ê dê çawa veguhere agirbesteke mayînde, ka kurd çi dixwazin, dê nexşeriyeke çawa bê şopandin, ji hikûmetê dê çi daxwazên şênber bên kirin dê bêne nîqaşkirin.

Çavkaniyên nêzîkî KCD'ê diyar dikin ku di civînê de dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd formula "Xweseriya Demokratîk" jî bigirin.

Her wiha, di civîna 2 rojan de dê referanduma guherîna Destûra Bingehîn a 12'ê îlonê jî dê bê nîqaşkirin.

Li gorî agahiyên AKnewsê bi dest xistine, hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê bi daxwaza ku dewlet beramberî biryara "bêçalaktiyê" ya PKK'ê gavên şênber bavêje, ji Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan randevu xwestibû û Gul ji bo daxwaza randevuyê bersiveke erênî dabû.

Dîsa çavkaniyên nêzî KCD'ê diyar kiribûn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li ser daxwazê Ahmet Turk vexwendibû paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê.

AKnews

Diğer Haberler