Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
KCD ji bo Rojava şahiyan lidardixe

KCD ji bo Rojava şahiyan lidardixe

05 Ağustos 2012 Pazar 13:13
Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk, biryar girt ji bo piştgiriya kurdên li Rojava li Bakur şahiyan li dar bixe û di asta navneteweyî de jî xebatên dîplomatîk bimeşîne.

Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk, bal kişand ku hikûmeta AK Partiyê dixwaze destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê hilweşîne, kurdan bê statû bihêle û banga îstifayê li parlamenterên kurd ên di nava AK Partiyê de kir. Meclisê biryar girt ji bo piştgiriya kurdên li Rojava li Bakur şahiyan li dar bixe û di asta navneteweyî de jî xebatên dîplomatîk bimeşîne.

Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), encama civîna xwe bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin piştî Kurdistana Iraqê li Kurdistana Sûriyê jî kurdan stayûya xwe îlan kiriye û vê yekê di nava kurdên Iraq, Îran, Tirkiye û dîasporayê de hêcaneke mezin ava kiriye. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kurdên li Rojava yekitiya xwe xurt kirine û wiha hate gotin: “Desthilatdariya AKP’ê ku mafên kurdan ên li Tirkiyeyê înkar dike, li hemberî destkeftiyên kurdên li welatên din jî bêtehamûliyê nîşan dide. Ew destkeftiyên kurdan ji xwe re weke xeta sor dibîne. Ji ber vê yekê destkeftiyên kurdên Sûriyê tehdît dike, li kurdan gefan dixwe. Ev feraseteke neyartî ye. Bi vê yekê re peyama dê li ser rûyê vê dinyayê destûr nedin tu destkeftin û serkeftineke kurdan.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin piştî van gefxwarinên hikûmetê yên li ser kurdên Sûriyê li Stenbol, Mugla û Meletiyê kurd rastê êrîş û lînckirinê hatine û ev lînc weke encama gefxwarinên desthilatdariyê hate nîşandan. Meclisa Daîmî ya KCD’ê bal kişand ku hikûmeta AK Partiyê li hemberî deskteftiyên kurdan tehamûl nîşan nade û banga îstifayê li parlamenterên kurd ên di nava AK Partiyê de kir. Li ser îstifayê ev tişt hatin gotin: “Partiyeke siyasî ku naxwaze kurd bi awayeke azad, wekhev bijîn, destkeftiyên xwe bi dest bixin, dê bi kêrî kurdan neyê. Ji ber vê yekê piştgiriya kurdan a ji bo vê partiyê bê mane ye. Li gorî me tu sedemeke ku kurd di nava AKP’ê de siyaset bikin nemaye. Em banga îstifayê li kurdên di nava AKP’ê de dikin. Encax bi îstifayê hûn dikarin dev ji helwesta dijberiya kurdan berdin.”

Di daxuyaniyê de hate eşkerakirin ku KCD dê di rojên pêş de ji bo parvekirina hêcana kurdên Sûriyê û coya wan, dê li Tirkiyeyê şahiyan li dar bixe û piştgiriya xwe nîşan bide. Her wiha ji bo ku statûya Xweseriya Demokratîk û rêveberiya kurdan a li Rojava di asta Yekitiya Ewropayê (YE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û di qada navneteweyî de bê qebûlkirin, dê KCD xebatên dîplomatîk bimeşîne.(Rûdaw)

Diğer Haberler