Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
KCK: Tu hewleke agirbestê nehatiye dayîn

KCK: Tu hewleke agirbestê nehatiye dayîn

15 Haziran 2012 Cuma 23:42
Koma civakên Kurdistan (KCK), ku PKK jî di nav xwe de digire, îdiayên li bara hewlên “agirbest û navbeynkariyê” derewand.

15 Hezîran  – Koma civakên Kurdistan (KCK), ku PKK jî di nav xwe de digire, îdiayên li bara hewlên “agirbest û navbeynkariyê” derewand. KCK, bi awayekî neraste rast rexne li gotina Leyla Zana ya “Erdogan dikare pirsa kurd çareser bike” jî girt û bijardebûna dersa kurdî jî wek “xirabkariya dîrokî” nirxand.

KCK, îro di daxuyaniyekê de, ku ji aliyê ANF ve hat weşandin, îdiayên vê dawiyê yên li bara hewlên agirbest û navbeynkariyê ji aliyê serokê YNK û serokomarê Iraqê, Celal Talebanî ve derewand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, tu hewlek bo ragihandina agirbes û navbeynkariyê nehatiye dayîn û ev tiştên tên gotin hemû derew in û haya rêxistinê jê tune.

Di daxuyaniya KCK de behsa perwerdeya zimanê kurdî jî hat kirin û bijardebûna dersa kurdî wek “xirabkaria dîrokî” hat binavkirin û wiha hat gotin:

“Perwerdeya zimanê dayikê mafê gelê kurd e û tu kes nikare vê yekê binpê bike, lewre bijardebûna dersa kurdî gaveke dîrokî nîne lê xirabkariya dîrokî ye, ji ber ku bi vê yekê dixazin kurdan ji armancên xwe dûr bixin.”

Di daxuyaniyê de, bêyî ku navê parlamentera serbixwe ya Diyarbekirê, Leyla Zana bê gotin, rexne li gotin û nêrînên wê li bara çareseriya pirsa kurd de hat kirin û wiha hat ziman:

“Divê kes û aliyên welatparêz, xwe ji gotinên ku hêvî dide faşîzma AKP, dûr bikin, ji ber ku titşên wiha zirarê dide berxwedana gelê kurd û dikeve xizmeta siyaseta faşîstî.”

Tê zanîn, çend roj berê berdevkê YNK, Azad Cundiyanî ragihandibû, serokê YNK, Celal Talebanî mijûlî razîkirina PKK û Tirkiyê bo ragihandina agirbestê ye. Vê nûçê di medyaya Tirkiye û cîhanê de deng vedabû.

AKnews
 

Diğer Haberler