Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kes nikare kurdan perçe bike

Kes nikare kurdan perçe bike

16 Nisan 2012 Pazartesi 16:59
Demîr Çelîk, diyar kir dewlet dixwaze hêza kurdan perçe bike lê hêza tu kesî nikare kurdan perçe bike û ji hev cuda bike.

Parlamenterê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk, bal kişand ku bi sedan siyasetmedarên kurd 60 roj in li girtîgehên Tirkiyeyê di rojiyên mirinê de ne û xwest kurd xwedî li girtiyên zindanan derkevin. Çelîk, diyar kir dewlet dixwaze hêza kurdan perçe bike lê hêza tu kesî nikare kurdan perçe bike û ji hev cuda bike.

Li Parka Koşuyoluyê, ji bo xwedîderketina li girtiyên kurd ên 60 roj in di rojiya mirinê de ne, daxuyaniyeke çapameniyê hate dayîn. Parlamanterê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Parlamenter Demîr Çelîk, bal kişand ku bi sedan siyasetmedarên kurd di girtîgehan de bedena xwe ji bo mirinê raxistine û xwest kurd xwedî li vîna xwe ya zindanan derkevin.

Çelîk, diyar kir ku tehamûla dewletê li hemberî kurdan nemaye, hemû çalakî, pîrozbahî û kampanyayên partiyên kurdan qedexe dike û wiha got: “Dixwazin hêza me kurdan perçe bikin. Lê hêza tu kesî nagihişe perçekirina kurdan. Kes nikare kurdan perçe bike û ji hev cuda bike.”

Parlamenter Ayla Akat jî destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn buhara erebeyan dest pê kiriye, dîktator û rejîmên zilimkar yek bi yek dikevin û wiha got:

“Tirsa Tirkiyeyê ew e ku rejîma Sûriyê hilweşe û kurd mafên xwe bi dest bixin. Ji bo ku kurd negihijin mafên xwe yên neteweyî, Tirkiye hewl dide li hemberî kurdan polîtîkayeke navneteweyî ava bike. Lê kurd dê têbikoşin û mafên xwe bi dest bixin.”

AKnews
 

Diğer Haberler