Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Kesên fermana komkujiya Roboskî dan tên zanîn’

'Kesên fermana komkujiya Roboskî dan tên zanîn'

02 Aralık 2012 Pazar 22:17
Îhsan Şener ê AKP'î, diyar kir ku derbarê mijara "Kê fermana bombardimana komkujiya Roboskiyê da, texmînan nameşinin û wiha got: "Berê kê ferman dabe, niha jî heman kesan ferman daye. Ev tê zanîn."

Serokê Komîsyona Jêr a Lêkolîna Qilebanê ku di bin baneya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê de xebatê dike Îhsan Şener ê AKP'î, diyar kir ku der barê mijara "Kê fermana bombardimana komkujiya Roboskiyê da, texmînan nameşinin û wiha got: "Berê operasyon çawa pêk hatin, niha jî bi heman isûlê operasyon pêk hatiye. Berê kê ferman dabe, niha jî heman kesan ferman daye. Ev tê zanîn." 

Di 28'e Kanûna 2011'an de li gundê Roboskiya Qilebana Şirnexê balafirên şer ên tirk bombe barandin û 34 welatî qetil kirin. Di ser komkujiyê re 11 meh derbas bûn, lê hêj kujer nehatin dîtin. Serokê Komîsyona Jêr a Lêkolîna Qilebanê ku di bin baneya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê de xebatê dike Îhsan Şener ê AKP'î, diyar kir berê operasyon çawa pêk hatin, niha jî bi heman isûlê operasyon pêk hatiye. Berê kê ferman dabe, niha jî heman kesan ferman daye û tê zanîn. Komîsyona lêkolînê, lazim e di 15'ê Kanûnê de raporê temam bike û pêşkeşî komîsyona jor bikin. Serokê Komîsyona Jêr a Qilebanê yê AKP'î Îhsan Şener, diyar kir ku berê fermana operasyona kê dabe, di bûyera Qilebanê de jî heman kesan ferman daye û wiha got: "Em wekî komîsyonê tenê dê wêneyan bikişînin. Em nikarin bêjin 'Mehmet tetîkêşî kiriye, Huseyin gule berdaye, Alî şaş şirove kiriye' û fanteziyan bikin." Şener, der barê raporê de da zanîn ku rapor dê di navbera 60 û 80 rûpel be. 

Şener, da zanîn ku ferman ji aliyê kê ve hatiye dayîn diyar e û wiha dawî li axaftinê anî: "Berê operasyon çawa pêk hatin, niha jî bi heman rengi operasyon pêk hatin. Berê kê ferman dabe niha jî heman kesan ferman daye. (Rûdaw/DIHA)

Diğer Haberler