Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kişanak: Ez 6 mehan di kilûba “Co” de îşkence kirim

Kişanak: Ez 6 mehan di kilûba “Co” de îşkence kirim

22 Aralık 2012 Cumartesi 16:37
Gultan Kişanak: “Me zilm dît, îşkence dît, me kutek xwarin, em dixistin bin feleqeyê, îşkenceya ku di zîndana xortan de dihat kirin li zîndana jinan jî dikirin."

Nivîskarê rojnameya Huriyetê Ehmed Hakan piştî ku cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinc gotibû ku; “Ez li cihê wê parlemantera BDP`ê ba ma ez jî derketima çiya.” gelekî meraq dike ew parlemantera BDP`ê kiy û çi îşkence dîtiye ku ewende bandorî li ser Arinc kiriye.

Hakan peywendî bi hevseroka BDP`ê Gultan Kişanak dike û jê dipirse; “Ka te çi dît?
Kişanak dibêje: “Me zilm dît, îşkence dît, me kutek xwarin, em dixistin bin feleqeyê, îşkenceya ku di zîndana xortan de dihat kirin li zîndana jinan jî dikirin"

Nivîskar bi israr dixwaze bizane wekî din çi jiyan kiriye, Kişanak behsa çirokeka xwe ya sala 1980`an ku di zîndana Amedê de jiyan kiriye tîne ziman û weha dibêje: “Ezê tenê evqasî ji tere bêjim: Birêvebirê zîndana Amedê Esad Oktay Yildiran hebû… Rojekê kete zîndana me ya jinan … her kes rabû ser piyan, Ez ranebûm.. ji ber ku her cara dihat ez ranedibûm ser piyan, tenê bi vê hincetê ez xistim kilûba (Co) a kûçîkê xwe, heta kûçîk nedikarî di wê kilûbê de bimîne, kilûbeka biçûk û di nava pîsîyê de.. ne rojek, ne 2 roj, ne mehek, tam 6 mehan ez di wirde hêştim. Di wê kilûbê de her roj li min didan her roj îşkence li min dikirin."

Gultan Kişanak di 12 îlona 1980`an de, di 17 saliya xwe de dikeve zîndanê û li zîndana Amedê ya herî xirab de heya sala 1982`an dimîne û piştre serbest tê berdan.(Xendan-Alaazadî)

Diğer Haberler