Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Koma lîstokên gelêrî ya Wanê bû yekemîn

Koma lîstokên gelêrî ya Wanê bû yekemîn

17 Nisan 2012 Salı 20:33
Koma lîstokên gelêrî ya Wanê, di pêşbirka lîstokên gelêrî ya li bajarê Adiyamanê de bû yekemîn û derbasî fînala lîstokên gelêrî yên Tirkiyê bû.

Wan, 17 Nîsan  – Koma lîstokên gelêrî ya Wanê, di pêşbirka lîstokên gelêrî ya li bajarê Adiyamanê de bû yekemîn û derbasî fînala lîstokên gelêrî yên Tirkiyê bû.

Koma lîstokên gelêrî ya şaredariya Wanê, di pêşbirka lîstokên gelêrî de, ku li bajarê Adiyamanê hat sazkirin, bû yekemîn û derbasî fînala lîstokên gelêrî yên Tirkiyê bû.

Rêvebirê kulturî yê şaredariya Wanê, Husamedîn Ozturk, got, şaredariya Wanê girîngiyek mezin dide karên kulturî.

Ozturk, diyar kir, koma lîstokên gelêrî ya Wanê di encama xebateke rijd de bû yekemîn û wiha anî ziman.

“Koma me ya lîstokên gelêrî gelekî kar kirin û bûn yekemîn. Em hêvîdar in ku bikarin di fînala lîstokên gelêrî yên Tirkiyê de jî pileyek baş bi dest bixin. Em wek şaredarî hewl didin xebatên kulturî û werzişî jî pêş bikevin. Em koma xwe ji ber vê serkeftinê pîroz dikin.”

AKnews
 

Diğer Haberler