Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Komisyona Lihevkirinê digel Gul civiya

Komisyona Lihevkirinê digel Gul civiya

11 Haziran 2012 Pazartesi 21:41
Endamên Komisyona Lihevkirina Destûra Bingehîn ya di bin serokatiya Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek, ji aliyê serokomar Abdullah Gul ve hatin qebûlkirin. Çîçek destnîşan kir ku Gul piştgirî daye pêvajoyê.

Endamên Komisyona Lihevkirina Destûra Bingehîn ya di bin serokatiya Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek, ji aliyê serokomar Abdullah Gul ve hatin qebûlkirin. Çîçek destnîşan kir ku Gul piştgirî daye pêvajoyê.

Li gor ajansa Feratê ANF ya nûçeyan Hevdîtin li Koçika Çankayayê nêzî saetekê bi awayekî girtî berdewam kir.

Di heyeta bi serokatiya Cemîl Çîçek de van endamên komîsyonê cih girtin wiha ne; Parlamenterê Stenbolê yê BDPê Sirri Sureya Onder, parlamenterê BDPê yê Amedê Alatan Tan, Parlamentera BDPê ya Êlihê Ayla Akat Ata, parlamenterê AKPê yê Karabukê Mehmet Alî Şahîn, Parlamentê AKPê yê Stenbolê Mustafa Şentop, parlamenterê CHPê yê Konyayê Atîlla Kart, parlamenterê MHPê yên Konyayê Faruk Bal, parlamenterê MHPê yên Antalyayê Tunca Toskay, parlamenterê MHPê yê Erziromê Oktay Ozturk.

Hate destnîşankirin ku di rojên pêş de komisyon dê lîderên partiyên siyasî ziyaret bikin. Çîçek piştî hevdîtina bi Gul re daxuyanî da û da zanîn ku serokomar diyar kiriye ku pêvajoyê dişopîne.

Çîçek wiha pê de çû: “ Di van xebatan de hêvî hene. Xebatên gelek giring in. Ji ber vê jî xebatan ji nêzîk ve dişopîne û got ku dê di her warî de piştgiriyê bide wê. Ji ber vê em ji vê serdanê kêfxweş bûn. Piştgiriyê dide pêvajoyê. Ez bawerim dê serokê giştî jî heman nirxandinê bike. Înşalah em vê berpirsyariya dîrokî bi awayekî baş bi dawî bikin.”

(AKnews)
 

Diğer Haberler