Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Komîteya Piştgirîya Kurdên li Sûriyê, serdana Başûrê Kurdistanê kir

Komîteya Piştgirîya Kurdên li Sûriyê, serdana Başûrê Kurdistanê kir

10 Ekim 2012 Çarşamba 12:57
Şanda Komîteya Piştgirîya Kurdên li Sûriyê, serdana Başûrê Kurdistanê kir

Şanda Komîteya Piştgirîya Kurd li Sûriyê, ji bo rast û ji nêzîk ve têgehîştina rewş û rûdanên li Sûriye û rojavayê Kurdistanê diqewimin, herweha ji bo pêkanîna hevdîtin û têkilîyên rasterast ên di navbera grub û rêxistinên sîyasî yên kurdên li rojavayê Kurdistanê, roja 04/09/2012 serdana Başûrê Kurdistanê kir. Di vê serdanê de bi piranîya rêxistinên kurdê li Sûriyê; bi taybetî jî bi grub û rêxistinên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurd Li Sûriyê(ENKS), Encûmena Gel(PYD) û bi Desteya Bilind re ku ji herdu encûmenan pêk hatiye, hevdîtin û danûsendinên gelek bi fayde û serkevtî çêbûne. Herweha di çarçova armanca vê serdanê de, me serdana berêz Kemal Kerkûkî yê berpirsyarê peywendîyên derve yê PDKê û sekreterê Partiya Azadîya Kurdistanê(Îran) berêz Husên Yezdan Pena kir. Di vê serdanê de armanca me ew bû ku em serdana alîyên sîyasî yên başûrê Kurdistanê jî bikin, lêbelê zeman û şert û merc çênebûn ku em karibin bi hemû aliyan re hevdîtinan bikin.

Dema serdana şanda me û lihevhatina du civînên girîng, kar û barê me asantir kir. Fersend peyda bû ku em karibin bi berpirsyarên piranîya grubên nava ENKS, alîyê Encûmena Gel û Desteya Bilind re hevdîtinê bikin û digel hev bicivin, derbarê damezrandin û xebata Komîteya Piştgirî de agadarî bidin hemû alîyan, nirixandina rewşa heyî ya rojavayê Kurdistanê bikin, hewldan û têkilîyên ji bo xurtkirina yekîtiyê, girîngiya tetbîqkirina peymana Hewlêrê, li ser rê û rêbazên ji bo çareserîya probleman û wd. bi rêvebir û mesûlên rêxistin û alîyên sîyasî re rasterast danûsendinê bikin û wek Komîteya Piştgirî nihêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêşê wan bikin.

Di vê çarçovê de roja yekemîn a serdana me li Dihokê derbas bû, roja didoyan em derbasê Hewlêrê bûn. Li Hewlêrê roja 06.09.2012 me serdana Bûroya ENKSê kir û bi berpirsyarên hinek grubên hazir re hevnasîn û danûstendinên ne resmî çêbûn. Di encama van danûsendina de berpirsyarên rêxistinên din jî hatin agadarkirin û ji bo roja dinê me daxwaza sazkirina civînek giştî bi aliyên amade yên grubên di nav ENKSê de kir û roja 07.09.20012 em bi piraniya grubên sîyasî yên endamên ENKSê re berhev bûn. Me di wê civînê de armanca damezrandina Komîteya Piştgirî, xebat û çalakiyên wê anîn ziman, lênîrîna komîteyê di derbarê hinek meseleyên esasî de aşkera kir, girîngiya yekrêzîya tevgera Kurd li rojavayê Kurdistanê û girîngiya tetbîqkirina Peymana Hewlêrê anîn ziman. Aliyên ENKSê jî, hest û kêfxweşiya xwe ya di derbarê serdan û xebata Komîteya Piştgirî de anîn ziman, behsa pêvajoya çêbûn û xebatên ENKSê, yekîtiya di navbera herdu Encûmenan de yanî ENKS û Encûmena Gel de kirin, di derbarê peyman Hewlêrê de ji aliyê nîsbeta temsîlê ve hinek gazindê wan hebin jî her yekî girîngiya tetbîqkirina Peymana Hewlêrê anîn ziman.

Di serdana şanda me de, civîna girîng a duyemîn bi Desteya Bilid a kurd re çêbû, ku ev Desteya Bilind li ser esasên lihevkirina Peymana Hewlêrê hatiye duristkirin û ji deh kesan pêk tête; pênc ji wan aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd in û pêncê din jî aliyê Encûmena Gel(PYD) in. Dema ku şanda me li wê derê bû, heman demê çêbûna komcivîna Desteya Bilind ji bo me şans û fersendekî derxist holê ku em jî karibin digel wan bicivin. Roja 08.09.2012 civîna navxweyî ya Desteya Bilind çêbû û êvara heman rojê şanda me jî bi endamên Desteya Bilind re berhev bûn. Wekî civîna bi ENKSê re, di vê civînê de jî, me behsa armanca damezrandina Komîteya Piştgirî û xebatên wê kirin, derbarê geşepêdan û pêvajoya di Rojhelatanavîn, Sûriye û Kurdistanê de lênihêrîna xwe got, girîngiya tetbîqkirina Peymana Hewlêrê û yekrêzîya rêxistinên sîyasî yên rojavayê Kurdistanê anîn ziman. Jixwe armanca esasî ya civîna wan bi xwe jî, dîyarkirin û berçavkirina rê û rêbaza tetbîqkirina Peymana Hewlêrê bû. Li gor agadariyên Desteya Bilind, di komcivîna roja 08.09.2012 de, rê û rêbazên tetbîqkirina Peymana Hewlêrê û hinek problem û meseleyên esasî yên li jêr diyarkirî hatine gengeşîkirin û li ser çareseriya wan lihevhatinek pêk hatiye. Li gor vê lihevhatinê: 1- Dê çûn û hatina li ser sînor bi hev re bête rêxistinkirin; 2- Ji bo pêkanîna asayiş û ewlekariyê, dê komîteyên hevpar bên danîn û xebata bi hev re bête kirin; 3- Ji bo dabeşkirina zad, gaz û sotemenîyê dê komîteyek hevpar bête danîn; 4- Pêkanîna daîreyk çareserîya problemên rojane, ji bo ku di cî de mudaxaleya probleman çêbe; 5-Pêkanîna komîteyek sîyasî ji bo yekgirtina herdû encûmenan(ENKS û Encûmena Gel).

 

Serdana Kampa Domîz

Li Başûrê Kurdistanê di nav sînorên wîlayeta Dihokê de 2 kampên koçberên Kurdên rojavayê Kurdistanê hene. Piştî vegera ji Hewlêrê, şanda me roja 12.09.2012 serî li kampa Domîz a ku koçberên rojavayê Kurdistanê tê de dijî dan û bi rêvebirên kampê û hinek malbatên koçber re hevdîtinan kirin. Ev kamp, navê xwe ji nehiya Domîz a nêzîkê xwe digre.

Kampa Domîz berîya 3 mehan hatiye çêkirin û ji aliyê Hikumeta Federal a Kurdistanê û UNyê ve tête rêvebirin. UN bi piranî alîkariya kel û pelê nav malê, alavên metbaxê dikin; betaniye didin, ciyê konê dîyar dikin. Ji xeynî Hikumeta Federal a Kurdistanê û UNyê rêkxirawên medenî yên wekî “Rêkxirawa Xêrxwaziya Barzanî”, “Rabita Îslamî ya Kurdistanê” têne serdana wan û alîkariya şîrketên şexsî jî dibe ji bo koçberan.

Li gorî agadariya rêvebirên Kampa Domîz;

-          Heta wê rojê li Kampê 2.685 malbat û 7.675 ciwan dijîyan, li gor roja serdana me li ser hev hejmara koçberan 19. 000 kes bûn û carna di rojekê de 150-200 malbat bi koçberiyê têne kampê.

-          Her malbata ku tê, pêşiyê ji bo wan pêdivîyên zarûrî têne temînkirin; her malbat erzaqê xwe bi heyvane digre û vê gavê di rojekî de ji bo her malbatê jî 500 lt ava pak tête belavkirin, metbax, tuwalet û hemama wan digel konê ye.

-  Li kampê bi Xestexaneya Azadî ve girêdayî bingehek Saxlemîyê(tendrûstiyê) û buroya Diktorên Sînornenas heye, heta nîvro diktorên Xestexaneya Azadî û piştî nîvro jî diktorên Sînornenas xizmetê didin. Hemû dermanên pêdivî ji aliyê Xestexaneya Azadî ve têne tedarîk kirin û rojê 24 saetan ambulans li kampê amade ye.

-  Li kampê kehreb heye û di her konê de ji bo ronahîyê 6 ampul hatine girêdan.

- Ji bo paqijîyê her roj du kîsik tête belavkirin û rojê du caran çop tête berhevkirin, herweha bîrên ava pîs çiqas tije bin, têne kişandin û valakirin.

-   Xelkê kampê azad in û dikarin li hemû bajarên Kurdistanê bigerin.

-  Li kampê beşê ciwanên bêmalbat cûda ye. Ciwan jiber girtin û çekdarkirina rejîma Baas revyane, lewra rejîma Baas qanunek derxistiye ku li gor vê qanûnê yên ji dayikbûyî di navbera salên 1975-1991 de, ji bo leşkeriyê tên berhevkirin û berdestkirin. Ji ber vê yekê piraniya ciwanan direvin.  Di beşê ciwanan de rojê sê dan xwarin tête belevkirin û pêdivîyên wan ên zarurî têne temînkirin.

-  Hinek malbat jî tên û paşê vedigerin, li gor bawerîya rêvebirên Kampê ew bi teşwîqa rejîma Baas têne…

Bi tevî hemhû hewldan û xebatê, bêguman hinek kêmasî jî hene. Bi gotina berpirsyar û xebatkarên Kampê, ew wisa “dixebitin ku xelkê koçber xwe wekî biyanî hîs nekin, her wekî ji bajarek welatê xwe hatine bajarekê wê yê din.”

Komîteya Piştgirîya Kurdên Li Sûriyê/AMED

Diğer Haberler